Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina tevlêbûna jinan a di jiyana aborî de û pêşkêşkirina derfetên kar, xebatên xwe yên perwerdehiya pîşeyî didomîne.
Kursên Perwerdehiya Hunerî û Pîşeyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎSMEK) ku di bin Midûriyeta Şaxa Hînbûna Heyatî ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de dixebite, bi kursên xwe yên kuaforiyê hem ji jinan re şiyanên pîşeyî qezenc dike hem jî xizmetê dide kesên xwedî dahata kêm.
Di kursa kuaforiyê de ku li Parka Golê û Sumerparkê tê lidarxistin, 34 jin di mijarên qusandina por, boyaxkirin, teşedayîn, makyaj û lênêrîna kesane de perwerdehiyê dibînin. Bernameya perwerdehiyê ya ku di 15'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de dest pê kiribû, heta meha Tîrmehê dewam kir. Ji hefteya duyemîn a Tîrmehê û pê ve tê plankirin ku bi girtina serlêdanên nû kurs bidomin.
Xizmeta belaÅŸ ji bo jinên xwedî dahata kêmÂ
Kursiyerên ku perwerdehiyê dibînin, di çarçoveya xebatên meydanî de ji jinên xwedî dahata kêm re xizmeta kuaforiyê ya belaş pêşkêş dikin. Di xebatên ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê re têne meşandin de, li Navenda Jiyana Jinan a Ben û Sen û Navenda Jiyana Jinan a Kayapinarê bi giştî ji 110 jinî re xizmeta lênêrîna kesane hate dayîn.
Xizmeta lênêrîna kesane ji bo astengdaran
Kursiyerên di nava DÎSMEK'ê de, bi xebatên hevpar ên bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran re, ji astengdaran re jî xizmeta lênêrîna kesane pêşkêş dikin. Li Mala Bêhnvedanê ya Şehîdlikê ya li navçeya Yenîşehirê sepanên wekî birrîn û şêwekirina por têne kirin.
Â