Hevşaredar Bucak tevlî civîna komîsyona danasîn û pêşxistina bajêr bû

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak, tevlî civîna Komîsyona Danasîn û Pêşxistina Bajêr bû.

Civîn li avahiya Xizmetê ya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê hat lidarxistin û ji aliyê Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu ve hat birêvebirin. Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya, Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê Yunus Çolak û nûnerên saziyên kamûyê amade bûn.

Di rojeva civînê de mijarên girîng ên têkildarî danasîna nirxên çandî û turîstîk ên Amedê cih girtin. Pêşî, pêşkêşkirina Envantera Çand û Turîzmê ya Bajêr a Amedê hat kirin. Piştre, beşdarên civînê derbarê projeyên ku ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ve hatine piştgirîkirin de agahî dan.

Di civînê de her wiha biryar hat girtin ku ji bo Lijneya Danasîn û Pêşxistinê ya Bajêr (ÎTGK) tîmeke danasîn û projeyê were avakirin. Ji bo danasîna Diyarbekirê ya bi bandortir di qada navneteweyî de, tevlîbûna parêzgehên Amed, Ruha û Mêrdînê, ku weke "Sêgoşeya Zêrîn" a Mezopotamyayê tên binavkirin, bi hev re beşdarî pêşangehên derveyî welat bibin jî ket rojevê.

Di dawiyê de, amadekarîyên Festîvala Rêya Çandê ya Amedê, ku tê plankirin di navbera 11-19 Cotmeha 2025'an de were lidarxistin, hatin nirxandin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31