HevÅŸaredaran li parkan guh dan gel

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Parka Goleyê û Parka Halîl Îbrahîm Oruç bi welatiyan re hatin cem hev û guh dan daxwazên wan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku pirsgirêkên welatiyan rasterast bibihîze û çareser bike, hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Di çarçoveya bernameya Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel de, Hevserok Serra Bucak li Parka Goleyê ya navçeya Rezanê; Hevserok Dogan Hatun jî li Parka Halîl Îbrahîm Oruç a Yenîşehîrê bi welatiyan re civiya.

HevÅŸaredar Bucak guh da welatiyan

Hevşaredar Bucak, li Parka Goleyê geriya û guh da daxwaz û pêşniyarên welatiyan. Bucakê destnîşan kir ku ew têgihiştina xwe ya rêveberiya herêmî bi gel re ava dikin. Di serdanê de welatiyan jî der barê rewşa parkê, rêkûpêkkirina derdorê û mijarên cuda yên taxê de nêrînên xwe parve kirin.

Welatiyan kêfxweşiya xwe ji serdanê anîn ziman û babetên wekî vekirina bêtir cihên ku xwarinên bê gluten ji bo nexweşên çolyakê peyda dikin, pirtûkxane, paqijiya hawîrdorê û dermanreşandin anîn ziman.

Hevşaredar Hatun: Em ê çareseriyê peyda bikin

Hevşaredar Dogan Hatun jî li Parka Halîl Îbrahîm Oruç a navçeya Yenîşehîrê geriya û guh da daxwazên gel, bi ciwanan re rûnişt û sohbet kir. Hevserok Hatun diyar kir ku ji bo guhdariya gel der barê bajêr de serdana parkan kirine û anî ziman ku ew ê bi yekîneyên têkildar re ji bo daxwazên gel ên der barê paqijî, dermanreşandin û nûkirina komên lîstikê yên li parkan de çareseriyê peyda bikin.

Di serdanên parkan de endamên meclîsê û serokên daîreyan jî ligel hevserokan bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31