Li Amedê ji bo welatiyan çalakiyên spora serêsibê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatiyên Amedê serê sibê bi awayekî zindî dest bi rojê bikin û jiyaneke tendurist derbas bikin, li 5 cihên cuda bi alîkariya rahênerên pispor çalakiyên "Spora Serêsibê" li dar dixe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bi zindî dest bi rojê bikin û xwedî jiyaneke tendurist bin, çalakiyên "Spora Serêsibê" li dar dixe. Ev bername ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve tê birêvebirin, li pênc xalên cuda yên navenda bajêr bi rahênerên pispor re pêk tê.

Her roj her serê sibê spor li 5 cihên cuda

Çalakiyên ku li Anitpark, Parka Koşuyolu, Parka 7 Birayan, Tema Park û Baxçeyê Milletî têne lidarxistin, her rojên hefteyê di navbera saet 06.30 û 09.00an de pêk tên. Bernameya ku di bin rêberiya rahêneran de tê meşandin, dê salê tevahî bên navber bidome.

Welatî memnûn in: Tenduristî û civakîbûn bi hev re

Welatiyên ku beşdarî çalakiyan dibin, anîn ziman ku spora serê sibehê hem ji aliyê fizîkî hem jî ji aliyê derûnî ve tevkariyê li jiyana wan dike. Yek ji beşdaran, Makbule Tokdemirli, diyar kir ku berê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn û wiha got: "Ez li malê bûm, nexweş bûm. Em tên vir, perwerdeyeke pir xweş tê dayîn. Em razî ne. Berê dixebitîm, niha nikarim bixebitim. Ji bo werziş û jiyaneke tendurist têm vir. Mamosteyê me perwerdeyeke pir baş dide me."

'Ger spor nebûya ez nikarîbûm li ser piyan rawestim'

Beşdarek din, Şukriye Oyur, jî anî ziman ku bi şîreta doktor beşdarî bernameyê bûye û got: "Nexweşiya dil, nexweşiya helîna hestiyan û tansiyonê min heye. Doktor pêşniyaz kir ku ez her roj bimeşim û sporê bikim. Bi saya vê bernameyê, ez her roj sporê dikim, qet îhmal nakim. Ger ev spor nebûya ez nikarîbûm li ser piyan jî rawestim."

Jiyana civakî ya bi sporê tê

Roza Bagca jî anî ziman ku bi salan e dimeşe û feydeyên wê dîtiye û destnîşan kir ku spora destêsibê ne tenê ji aliyê fizîkî ve, lê ji aliyê civakî ve jî tevkariyê lê dike. Bagca got: "Em bi hevalên vir re sohbet dikin, demeke xweş derbas dikin. Mamosteyê me pir baş tevdigere, em pir jê memnûn in."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31