Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tora ava vexwarinê ya Taxa Kûrgun ya Çinarê ku 15 sal bû neçalak bû, nû kir û jinûve av dabîn kir.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li ser daxwaza welatiyan tevgeriya û tora ava vexwarinê ya li Taxa Kûrgun a ser bi navçeya Çinarê ku 15 sal bû neçalak bû, jinûve xebitand. Li taxê ku bi qasî hezar welatî û 110 mal lê dijîn, ava vexwarinê ji 60 malan re hat peydakirin û xebatên ji bo malên din jî bên avdan didomin.
Xeta ava sala 2005’an, sala 2010’an xerab bû
Li Taxa Kûrgunê di sala 2005’an de ava vexwarinê hatibû peydakirin, lê belê ji ber xerabûneke di sala 2010’an de peydakirina avê hatibû qutkirin. Welatiyên taxê ji wê dîrokê û vir ve 15 salan di gihîştina ava vexwarinê de zehmetiyên mezin kişandin. Li ser daxwaza muxtarê taxê, tîmên Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Çinarê, piştî lêkolînên li qadê, xeletî tespît kirin û dest bi pêvajoya mudaxaleyê kirin.
Tor hat tamîrkirin, bîra sondajê jinûve hat çalakkirin
Di çarçoveya xebatên hatine kirin de, hemû binesaziya ava vexwarinê ya ku 15 salan neçalak mabû, ji nû ve hat sererastkirin. Xeta ava vexwarinê ya di nava taxê de ku bi qasî 400 metre dirêj bû, bi tevahî hat nûkirin an jî bi parçeyên wê yên xerabe re, jinûve hat danîn. Herwiha, trafoya ku demeke dirêj nexebitîbû, di pêvajoyeke lênêrînê ya berfireh re derbas bû û hat xebitandin. Depoya avê ya ku di sala 2005’an de hatibû çêkirin û ji sala 2010’an û vir ve nehatibû bikaranîn, piştî paqijiyeke berfireh, jinûve ket xizmetê. Bîra sondajê ya ku bi salan bû neçalak bû, hat restorekirin û hat çalakkirin; nimûneya ava ku ji bîrê hatibû girtin di laboratûarê de hat analîzkirin û hat piştrastkirin ku li gorî standardên ava vexwarinê ye. Piştî hemû xebatan, ava ku ji sondajê derket jinûve bi depoyê ve hat girêdan û sîstema peydakirina ava taxê bi tevahî hat xebitandin.
Hemû xebatên li qadê, di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Şaxa Yekemîn a Kargehan a DÎSKÎyê de, ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Çinarê ve hatin meşandin. Xebat hem bi tîmên teknîkî hem jî bi gelê taxê re, bi feraseteke beşdar, hatin kirin.
'Me çareseriyeke mayînde ji bo pêwîstiya ava vexwarinê ya taxê peyda kir'
Midûrê Şaxa Çinarê yê DÎSKÎyê Dilaver Işik, destnîşan kir ku xebat bi lez li gorî daxwaza welatiyên taxê hatine destpêkirin û wiha got: "Taxa me ya Kûrgun 15 salan di gihîştina avê de zehmetiyeke mezin kişandibû. Li ser daxwaza welatiyên me, tîmên me bi lez çûn qadê, xeletî tespît kirin û mudaxaleyên pêwîst kirin. Niha ji 60 malan re av tê dayîn, xebatên me ji bo malên din jî didomin. Me çareseriyeke mayînde û tendurist ji bo pêwîstiya ava vexwarinê ya taxê peyda kir."
'DÎSKÎ ji pirsgirêka me re bêdeng nema'
Muxtarê Taxê Mehmet Kaya, ji ber ku DÎSKÎyê ji pirsgirêka bêaviyê ya demeke dirêj re çareserî peyda kiriye, kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: "Li taxa me 15 sal bû ku zehmetiyeke mezin a avê hebû. Tîmên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê hatin û hemû xebatên pêwîst kirin. Bîra sondajê jinûve hat çalakkirin, ji avê nimûne hat girtin, trafoya me hat tamîrkirin. Paşê av hat dayîn depoya avê û xeletiyên di torê de hatin rastkirin. Niha ji 60 malan re av hat dayîn. Tîmên DÎSKÎyê ji bo malên mayî jî xebatên xwe didomînin. Em ji bo vê xizmetê spasiya Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dikin."
Welatî ji xebatan razî ne
Welatiyê bi navê Habib Kilinç, anî ziman ku ji ber kêmbûna ava vexwarinê 15 salan hem ew hem jî ajelên wan ji ber kêmbûna avê zehmetiyên mezin kişandine. Kilinç got: "Niha tîmên DÎSKÎyê hatin, hemû derfetên xwe seferber kirin û dest bi çareserkirina vê pirsgirêka me kirin. Em bi rastî jî pir razî ne, pir kêfxweş in. Em spasiya her kesê ku ked daye dikin. Xwedê ji wan razî be."
Welatiyê bi navê Mehmet Aslan jî ji ber ku ji pirsgirêka wan a ava vexwarinê ya bi salan bû re çareserî hat peydakirin, kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya DÎSKÎyê kir.
Â