Li Pasûrê xeta avpişkînê ya avê ya 2 hezar û 800 metreyî tê danîn

Gerînendetîya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya veberhênana binesaziyê ya gundewarî ya 42 milyon lîreyî de ku şeş navçeyan digire nav xwe, ji bo ku ava vexwarinê ya bêkêmasî bigihîne taxên bilind ên navçeya Pasûrê, xebatên danîna xeta apişkînanê ya 2 hezar û 800 metreyî dimeşîne.

Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ku li taxên gundewarî herikîna ava vexwarinê ya bi tendurist misoger bike, veberhênana jêrxaneyî ya 42 milyon lîreyî li 6 navçeyan pêk tîne. Xebatên ku di çarçoveya "Karê Avakirina Depo, Şebeke, Xeta Veguheztina Enerjiyê û Tesîsa Pompa Ava Vexwarinê ya Taxên Gundewarî yên Giştî yên Amedê" de tên kirin, gelek taxên gundewarî yên girêdayî navçeyên Erxanî, Hezro, Sûr, Çinar, Licê û Pasûrê digire nav xwe. Di çarçoveya projeyê de şebekeyên ava vexwarinê yên nû, tesîsên pompeyê, depoyên avê û pergalên veguheztina enerjiyê tên çêkirin.

Xebat ji bo xeta avpişkînê hate destpêkirin

Xebat ji aliyê Midûriyeta Şaxa Veberhênanê ya Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avakirinê ya DÎSKÎ ve tên kirin. Di çarçoveya projeyê de li Taxa Darabînê ya girêdayî navçeya Pasûrê xebata xeta avpişkînanê ya ava vexwarinê ya 2 hezar û 800 metreyî dest pê kir. DÎSKÎ ku armanc dike di mehên havînê de ava vexwarinê ya bêkêmasî bigihîne cihên niştecihbûnê yên bilind ên girêdayî navenda navçeya Pasûrê yên ku di havînê de zehmetiya avê dikişînin, bi projeyê hem kêmxwîniyên binesaziya heyî ji holê radike hem jî pergaleke ava vexwarinê ya domdar û ewle dide navçeyê.

Nîvê xeta avpişkînê qediya

Bi xebatên ku ji qada bîrê dest pê kirin, 1400 metreyê xeta ku boriyên HDPE yên bi pîvana 315 mm tê de hatine bikaranîn, temam bû. Xebatên ji bo temamkirina beşa mayî didomin.

Xeta avpişkînanê, di navbera bîra keson û tesîsa paqijkirinê û navenda avpişkînanê û depoyê de du qonaxî hate plankirin. Di her du qonaxan de jî ji bo ku veguheztina avê bi ewlehî û bi berdewamî pêk were, dê 1 pompeyeke horîzontal a esasî û 1 pompeyeke yedek were danîn. Bi vê pergalê, dê ji cihên niştecihbûnê yên bilind ên navçeya Pasûrê re jî ava vexwarinê ya ewle û domdar were dabînkirin.

'Armanca me damezrandina pergaleke qewîm e'

Midûrê Şaxa Veberhênanan Ozgur Aslan, bal kişand ser vê yekê ku xeta avpişkînanê ya ava vexwarinê ya ku li Taxa Darabînê hatiye destpêkirin, dê bibe bersiveke teknîkî ya xurt ji pirsgirêkên binesaziya heyî yên Pasûrê re û got: "Armanca me ew e ku em pergaleke berxwedêr ava bikin ku gelek salan bê pirsgirêk xizmetê bide gelê navçeyê."

 

Image Gallery