Li Yenîkoyê Civîna Jinan: Dê dengê jinan ji herêmê bêtir bê bihîstin

Di civîna jinan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li Taxa Yenîkoyê hat lidarxistin de, hat tekezîkirin ku dê dengê jinan ji herêmê bêtir bê bihîstin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pirsgirêkên jinan guhdarî bike û çareseriyan peyda bike, li Taxa Yenîkoyê civîneke jinan organîze kir. Di civîna ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve li Pirtûkxaneya Erebê Şemo hat lidarxistin de, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, endamên meclîsa şaredariyê û gelek jinên ku li Taxa Yenîkoyê dijîn beşdar bûn.

'Em armanc dikin ku ji bo hemû taxan civînan li dar bixin'

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, di axaftina vekirina civînê de diyar kir ku armanca wan guhdarîkirina daxwazên jinan rasterast e û wiha got: “Em armanc dikin ku li seranserê bajêr, li hemû taxan civînên bi vî rengî lidar bixin. Bi saya van civînên ku beşdarbûna wan zêde ye û li parkan, malan an jî li cihên din pêk tên, em hem xwe vedibêjin hem jî derfetê dibînin ku rasterast hewcedariyên jinan fêr bibin. Me xwest em vê pêvajoyê li Yenîkoyê bidin destpêkirin.”

'Divê civînên taybet ji bo jinan zêde bibin'

Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz jî di axaftina xwe de, ji bilî civînên gel, bal kişand ser girîngiya civînên taybet ji bo jinan û got: “Şaredarî ne tenê xebatên rê, peyarê û kanalîzasyonê ye. Em dixwazin xizmetên ku rasterast dest didin jiyana jinan zêde bikin. Axaftina bi hev re li ser pirsgirêkên jinan û lêgerîna çareseriyê bi hev re riya herî rast e.”

Ayaz herwiha bal kişand ser tundiya li ser jinan û kuştinên jinan û tekezî kir ku divê ev pirsgirêk bi berpirsiyariya civakî werin çareserkirin.

Daxwazên berbiçav ji jinan

Jinên ku beşdarî civînê bûn, bi taybetî daxwazên xwe yên li ser veguhastinê, rêkûpêkkirina rêyan û zêdekirina çalakiyên civakî yên ku dê beşdarî pêşveçûna kesane ya jinan bibin, parve kirin. Jinan diyar kirin ku berdewamkirina van civînan girîng e û gotin ku têkiliya rasterast bi rêveberiya herêmî re wan bi hêz dike.

 

Image Gallery