Hevşaredar Hatun: Divê hemû beşên civakî tev li pêvajoyê bibin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî civîna meclîsê ya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bû û destnîşan kir ku divê hemû beşên civakî tevkariyê li pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bikin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, civîna xwe ya pêncemîn a meclîsê bi gel re pêk anîn. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, hevserokên şaredariyên navçeyan û endamên meclîsê beşdarî civîna li Parka Sirri Sureya Onder a navçeya Rêya Armûşê bûn.

'Em bi gelê xwe re li ser erka xwe ne'

Di civînê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku îradeya gelê Wanê ji 15’ê Sibatê ve hatiye desteserkirin û got, “Em wek îradeya gel, di roja ewil de çawa di şaredariyê de wezîfe kir, îro jî di nava gel de, bi gelê xwe re li ser erka xwe ne. Hêviya me heye ku di demeke nêz de şaredariyên xwe ji destdirêjiya qeyûman rizgar bikin û careke din bikin şaredariyên gel.”

'Meclîs dê xebatên xwe bidomîne'

Hevşaredar Abdullah Zeydan jî diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûman bisekinin û destûr nedin talankirina çavkaniyên gel. Zeydan anî ziman ku ew li ser wezîfeya xwe ne û meclîs dê bi biryardarî xebatên xwe bidomîne.

Hevşaredar Hatun: Divê hemû beş tev li pêvajoyê bibin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan pêvajoyeke krîtîk derbas dibe. Hatun, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de hatibû kirin bi bîr xist û got, “Ev bang hemû beşên civakê digire nava xwe. Gelê Kurd xebateke mezin da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de divê hemû beşên din ên civakî jî tevkariyê bikin.”

Civîn bi parvekirina nêrîn û pêşniyaran li ser pirsgirêkên bajêr bi dawî bû.

 

Image Gallery