Şaredariya Amedê li Sûrê xebatên paqijiya bi şev dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê, ku geştyarên xwemalî û biyanî zêde serdana wê dikin, paqijî û dezenfektekirina bi bêhna lewente û gulan pêk tîne.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya bi dirûşma “Ez Ji Amedê Hez Dikim, Qirêj Nakim” de, bi şev li navçeya Sûrê xebatên paqijiyê dimeşîne.

Tîm, her sê rojan carekê, li kolanên sereke, cadeyên sereke, qad û ber deriyên şûngehên dîrokî yên di nav Sûrê de xebatên dijwar dimeşînin.

Xebatên paqijî û şûştinê yên bi rêkûpêk

Mehmet Baran, Midûrê Şaxa Bermahiyên Hişk a Midûriyeta Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, der barê xebatan de agahî da û got ku ew hewl didin ku baştirîn xizmetê pêşkêşî welatiyan bikin. Baran wiha got: "Li dilê Amedê, li Sûrê, ji ber hatina zêde ya geştyarên xwemalî û biyanî di mehên havînê de, piştî ku em rojê xebatên paqijiyê dimeşînin, her sê rojan carekê bi du tîman li Kolanên Gazî, Melîk Ahmet, Înonu û Qibrisê û Kolana Qehremanê, bi rêkûpêk şûştin û paqijiyê dikin. Em van xebatan piştî saet 00.00’an bi şev, di demên ku qerebalixî tune ye, pêk tînin.”

Hilberên taybet tên bikaranîn

Baran anî ziman ku di xebatên paqijiyê de malzemeyên taybet hildibijêrin û wiha pê de çû: “Ji bo ku em tenduristiya civakê û jîngehê biparêzin, em hilberên taybet ên bêhnxweş, ku zirarê nadin jîngehê, axê û riwekan bi kar tînin. Ji ber ku dezenfektana ku em li vir bi kar tînin hem antîbakteriyel e û hem jî bêhna lewente û gulan jê tê, me ji esnaf û gelê xwe bersivên erênî wergirtin. Li kolanên herî qerebalix ên bajarê me, bi taybetî li ser rêyên sereke yên nav Sûrê, li ber deriyên qonaxên dîrokî yên ku wesayîtên me dikarin têkevinê, li Mizgefta Mezin û Mizgefta Kurşunluyê, em bi dezenfektana bêhna lewente û gulan paqijiyê dikin.”

5 hezar qutiyên çopê hatin danîn

Baran diyar kir ku di çarçoveya xebatên bi dirûşma “Ez Ji Amedê Hez Dikim, Qirêj Nakim” de, 5 hezar qutiyên çopê li bajêr hatine danîn û daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo paqijiya bajêr piştgiriyê bidin wan.

 

Image Gallery