Li Amedê Şahiya Gundan a Zarokan dest pê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundan bernameya ‘Şahiya Gundan a Zarokan’ dide destpêkirin ku dê 20 rojan bidome.

Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo ku zarok di betlaneya havînê de bi kêf derbas bikin, bernameyeke ‘Şahiya Gundan a Zarokan’ amade kiriye ku ji atolyeyên çand û hunerê û pêşandanên şanoyê pêk tê. Di çalakiyên ku dê di 23'yê Tîrmehê de dest pê bikin de, zarokên ku li gundan dijîn, dê bi atolyeyên wênesazî-muzîkê û pêşandanên şanoyê re bigihêjin hev.

 

Yekem ji çalakiyên ku dê li 20 nokteyên cuda werin lidarxistin, dê di 23'ê Tîrmehê de li taxa Kemika a girêdayî navçeya Pasûrê bê lidarxistin. Di 24-25'ê Tîrmehê de li Girêmorî û Qamişlî yên Pasûrê; di navçeya Erxanîyê de 28'ê Tîrmehê li Pîrehmed, 30'ê Tîrmehê li Qeleş, 1'ê Tebaxê li Zîmexê, 3'ê Tebaxê li Barbîn, 4'ê Tebaxê li Încexidir, 5'ê Tebaxê li Selman; di navçeya Hênê de 6'ê Tebaxê li Çeman, 7'ê Tebaxê li Cewzê; di navçeya Lîceyê de 8'ê Tebaxê li Goma Elî Keya; di navçeya Bismilê de 9'ê Tebaxê li Ambarê, 10'ê Tebaxê li Çeltiklîyê, 11'ê Tebaxê li Haciya Kurdan, 12'ê Tebaxê li Çawişlû; di navçeya Çinarê de 13'ê Tebaxê li Cobîn, 14'ê Tebaxê li taxên Herberê û Qilwayê çalakî dê werin lidarxistin.

Çalakiyên ku dê di 29'ê Tîrmehê de li navenda navçeya Sûrê bê lidarxistin, dê di 16'ê Tebaxê de li navenda navçeya Lîceyê bi atolye û pêşandanên şanoyê bi dawî bibin.

 

Image Gallery