13 cade û bulvarên Yenîşehîrê tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên nûkirina rêyên ku li navenda bajêr dane destpêkirin de, li navçeya Yenîşehîrê dest bi xebatên rakirina asfaltê yên 13 cadde û bulvaran kir.

Serokatiya Daîreya Hevahengiya Çavdêriya Rêyan û Binesaziyê, ji bo ku veguhastina li seranserê bajêr ewletir û rehettir bibe, xebatên xwe didomîne. Tîmên şaredariyê, berê bi xebatên binaxe, dagirtin, stabîlîzasyon û asfaltkirinê pirsgirêkên veguhestinê yên welatiyan çareser kiribûn, niha jî li Yenîşehîrê dest bi kar kirin.

Bi giştî 12 hezar û 750 metre rê dê bêne nûkirin. Tîm, di serî de li ser 13 cadde û bulvaran dest bi rakirina asfalta kevin kirin. Piştî van xebatan, dê asfalta germ bê raxistin û rêyên nûkirî dê bikevin ber xizmeta gel.

Di qonaxa yekem a xebatên nûkirina asfaltê de, asfalta kevin li çar caddeyên sereke hat rakirin: Cadeya Şehîtlikê bi 3 hezar metre dirêj û 25 metre fireh, Bulvara Mehmet Akîf Ersoy bi hezar û 300 metre dirêj û 30 metre fireh, Cadeya Alipinarê bi 350 metre dirêj û 25 metre fireh, û Bulvara Sezaî Karakoç bi 900 metre dirêj û 30 metre fireh.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, di rojên pêş de jî dê dest bi rakirina asfalta van neh cadeyan bikin: Cadeya Yaradanakul bi hezar û 150 metre, Cadeya Îstasyon bi hezar metre, Cadeya Kişla bi hezar û 200 metre, Cadeya Înaloglu bi 650 metre, Cadeya Akkoyunlu bi 750 metre, Cadeya Yaşar Kemal bi 700 metre, Cadeya Mahmut Azîzoglu bi 550 metre, Cadeya Hîntlî Baba bi 650 metre, û Cadeya Buyukalp bi 550 metre.

Piştî ku hemû xebatên rakirina asfaltê bi dawî bibin, tîm dê yekser dest bi danîna asfalta germ bikin.

 

Image Gallery