Şaredarî li ber 3 nexweşxaneyan lîmonatayê belav dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Kaniyên Îkramê yên ku li baxçeyên nexweşxaneyên bajêr hatine danîn, ji nexweşan, xizmên wan û xebatkarên tenduristiyê re lîmonatayê belav dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ku li 3 cihên cuda yên bajêr Kaniyên Îkramê danîbû û şorbeyên belaş belav dikir, ji ber mehên havînê dest bi belavkirina lîmonatayê kir.

Bi Kaniyên Îkramê yên ku li pêşiya Polîklînîkên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Polîklînîkên Nexweşxaneya Nexweşiyên Jinan, Zayînê û Zarokan hatine danîn, dê du mehan ji nexweşan, xizmên nexweşan û xebatkarên tenduristiyê re lîmonata bê belavkirin.

Ji Kaniyên Îkramê yên ku eleqeyeke mezin dibînin, dê di navbera saet 11.00 û 13.00an de, di tevahiya havînê de lîmonata bê belavkirin.

12 hezar lître lîmonata dê bê belavkirin

Tê payîn ku di tevahiya serdemê de bi qasî 12 hezar lître lîmonata bê belavkirin, ku rojane bi qasî 200 lître lîmonata ye.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, piştî bidawîbûna mehên havînê dê ji Kaniyên Îkramê cardin şorbeyê li welatiyan û xebatkarên tenduristiyê belav bike.

 

Image Gallery