Şaredariya Bajarê Mezin, berdewam dike ku beyîtên helbestvanên pêşeng ên edebiyata Kurdî li qada giştî xuya bike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo dîtbarîkirina beyîtên helbestvanên pêşeng ên edebiyata Kurdî li qada giştî didomîne. Di çarçoveya vê pêkanînê de ku li gorî daxwaza zêde ya welatiyan hatiye destpêkirin, kolan û cadeyên bajêr bi tabloyên ku şopên helbesta Kurdî li ser in, têne xemilandin.
Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariyê ve tê meşandin, li ser stûnên elektrîkê yên li Cadeya Gazî, beyîtên helbestvanên naskirî ên wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Pîremêrd û Hacî Qadirê Koyî hatin bicîkirin.
Tahir Baykuşak, Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman, diyar kir ku proje bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hatiye destpêkirin û got ku ew dixwazin beyîtên ji helbestên klasîk ên Kurdî bînin qadên giştî, da ku Kurdî li kolan û cadeyên Amedê xuya bibe. Baykuşak anî ziman ku ev pêkanîn ne tenê "xemilandin" e, lê belê îfadeya xwedîderketina li ziman û edebiyata Kurdî ye.
Baykuşak destnîşan kir ku pêkanîn ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dîtiye û ragihand ku li ser van bertekên erênî, ew ê 60 tabloyên nû li Cadeya Gazî daleqînin. Baykuşak diyar kir ku di qonaxa nû de, ligel beyîtên klasîk, dê cih bidin metelokên Kurdî jî.
'Piştgiriya gelê me hêz dide me'
Baykuşak anî ziman ku proje dê tenê bi cadan re sînordar nemîne û got ku di pêşerojê de, dê qadên parkan jî bi hêmanên ku çanda Kurdî nîşan didin, bên xemilandin. Baykuşak diyar kir ku armanca wan ew e ku van qadan, yên ku dê bi rêzikên helbestvanan û metelokan bên dewlemendkirin, bi bîra zimanî ya civakê re ji nû ve têkiliyê deynin û got: "Piştgiriya gelê me hêz dide me. Armanca me ew e ku Kurdî li her kolanê were hîskirin û dewlemendiya me ya edebî bi civakê re bigihîje hev."
Â