Nazli Bozkurt, sporvana ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didomîne, di Şampiyoniya Karate ya Tirkiyeyê de di kategoriya Kumiteya Mezin 55 kg de bû sêyemîn.
Qonaxa çaremîn a Lîga Premierê ya Karate ya Tirkiyeyê ji aliyê Federasyona Karate ya Tirkiyeyê ve li Mûşê hat lidarxistin. Tevî vê organîzasyona ku 2 rojan dom kir, nêzîkî hezar sporvan ji gelek bajarên Tirkiyeyê beşdar bûn. Nazli Bozkurt, ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didomîne, di nav sporvanên ku beşdarî Lîga Premierê ya Karate ya Tirkiyeyê bûn de cih girt.
Sporvanên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatibûn, li gorî komên temenî di kategoriyên cuda de pêşbazî kirin. Bozkurt, di kategoriya Kumiteya Mezin 55 kg de reqîbên xwe yên dijwar li pey xwe hişt û bû sêyemînê Tirkiyeyê.
Piştî bidawîbûna qonaxa çaremîn a Lîga Premierê ya Karate ya Tirkiyeyê, madalya û kûpayên sporvanên ku di tûrnûvayê de derece bi dest xistin, bi merasîmekê hatin dayîn.
Fînala lîgê dê li Amedê bê lidarxistin
Li gorî salnameya Federasyona Karate ya Tirkiyeyê, qonaxa fînalê ya Lîga Premierê ya Tirkiyeyê dê di navbera 1-9'ê Tebaxê de li Amedê bê lidarxistin. Sporvanên ku di dema lîgê de pûan kom kirine, dê di vê qonaxê de ji bo şampiyoniyê têbikoşin. Piştî fînalê, rêzkirina giştî dê zelal bibe û sporvanên ku derece bi dest xistine, dê mafê temsîlkirina Tirkiyeyê di asta tîman de bi dest bixin.
Â