Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Projeya Yeşîldere re, piştî gelek salan, 1700 welatiyên ku li Taxa Palûkê ya navçeya Sûrê û 4 mezreyên girêdayî wê dijîn, gihandin ava vexwarinê ya bêrawestan.
Projeya Ava Vexwarinê ya Koma Yeşîldere, ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ve dihate meşandin, bi dawî bû. Nêzîkî hezar û 700 welatiyên ku li Taxa Palûkê û 4 mezreyên girêdayî wê yên di nav sînorên navçeyên Sûr û Rezan de dijîn, piştî gelek salan, cara yekem gihîştin ava vexwarinê ya bêrawestan û saxlem.
Di çarçoveya projeyê de, ji bîra sondajê ya ku hatiye vekirin, di saniyeyê de 8,5 lître, rojane jî nêzîkî 734 metrekup av tê peydakirin. Pergala ku serbixwe ji torra bajêr dixebite, bi trafoya ku hatiye sazkirin, avê pêşî ber bi depoya avê ve pompe dike û paşê digihîne malan.
3 hezar û 310 metre xeta boriyan hat danîn
DÎSKÎ di navbera niştecihên gundî de tevahî 3 hezar û 310 metreyên xeta boriyan danî. DÎSKÎ, bihayê projeyê yê nêzîkî 7 milyon TL jî bi çavkaniyên xwe pêk anî.
Piştî qedandina projeyê, niştecihên taxê yên ku gihîştin avê, razîbûna xwe anîn ziman.
"Pirsgirêka me ya avê nemaye"
Muxtarê Taxa Palûkê Fîkret Kabak, anî ziman ku bi salan pirsgirêka wan a avê hebû û wiha axivî: "Bi salan pirsgirêka me ya avê hebû. Di 15-20 rojên dawî de pirsgirêka avê hate çareserkirin. Li vir depoya avê hate çêkirin. Niha av tê dayîn, pirsgirêka me ya avê nemaye. Em spasiya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ dikin."
"Di mehekê de pirsgirêk hate çareserkirin"
Welatî Bekir Gungorur jî destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka bêaviyê ya demdirêj çareseriyek mayînde hatiye dîtin û got: "Demeke dirêj e em pirsgirêka avê dijîn. Ji bo vê yekê me jî serlêdana DÎSKÎ kir. Demeke kurt beriya niha DÎSKÎyê dest bi xebatan kir. Xebat nêzîkî mehekê qedandin. Hem ji me re av tê û hem jî sê-çar cihên niştecihbûnê yên di bin me de jî gihîştin avê. Em spasiya hemî kesên ku di vê pêvajoyê de ked dane dikin."
"Ava me niha têra xwe diherike"
Ahmet Efe jî bal kişand ser kêmûkasiya xeta ava vexwarinê ya kevin û anî ziman ku bi veberhênana nû ev pirsgirêk hatiye çareserkirin. Efe, anî ziman ku Yeşîldere weke Yeşîldere 1 û Yeşîldere 2 hatiye cudakirin, berê tora ku herikîna avê dabîn dikir hebû lê ava ku ji torê dihat pir kêm bû. Efe, got: "Nedibû bersivek ji me re. Em nikarîbûn bigihîjin ava têr û bêrawestan. Em xizmetê hez dikin. Ev xizmetek e. Bi xebata ku hatiye kirin, ava me niha têra xwe diherike. Yanî ji me re bes e."
"Niha em gelek razî ne"
Fîdan Efe jî anî ziman ka kêmasiya avê çawa bandor li jiyana wan a rojane kiriye û wiha got: "Me gelek bêavî kişand. Ava me diçû, nedihat. Gava dihat jî pir kêm diherikî. Ji ber ku av tune bû, bêhn diket mala me. Ji ber ku me nikarîbû paqijiyê bi temamî bikira. Pêvajoyek xirab bû. Çend roj in ava me êdî diherike. Kîjan kesî ev xebat kiribe, kîjan kesî pirsgirêka me ya avê çareser kiribe, Xwedê ji wan razî be. Niha em gelek razî ne."