Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza zarokên Taxa Şêxkendê, "Şahiya Zarokan" li dar xist. Zarokan li qadên lîstikê yên hatibûn sazkirin bi dilê xwe kêf kirin û gotin, "Me ji Şaredariya Bajarê Mezin lîstikên wiha xwestibûn, wan jî anîn. Lîstik pir xweş in."
Şaredariya Bajarê Mezin, daxwaza zarokên li Taxa Şêxkendê ya navçeya Yenîşehîrê bê bersiv nehîşt. Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê, li ser daxwazên zarokan ên ji bo lîstikan dest bi xebatan kir û li Taxa Şêxkendê "Şahiya Zarokan" organîze kir.
Ji bo zarokan parkur hatin avakirin
Ekîban ji bo zarokên Taxa Şêxkendê dîwarê hilkişînê yê bi ba, golên futbolê, poteyên basketbolê, mala kuvarkê, dart, trambolîn, masayên lîstikên zekayê, hûnî û sîstema muzîkê danîn.
Zarokan bi werzîşê kêf kirin
Zarokan bi amadebûna 25 perwerdekarên werzîşê, bi dilê xwe kêf kirin û werzîş kirin. Herwiha ji wan re kek û ava fêkiyan hat pêşkêşkirin, T-shirt û şapik hatin diyarkirin.
Zarokên beşdarî "Şahiya Zarokan" bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman ku daxwazên wan hatine cîbicîkirin.
'Her tiştê ku me xwest anîn'
Necim Tuncay, yek ji wan zarokan ku kêfxweşiya xwe anî ziman ku daxwazên wan hatine cîbicîkirin, got: "Me ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lîstikan xwestibû. Lîstikan ji me re anîn. Me li vir pir kêf kir. Her tiştê ku me xwest anîn. Ez ji wan re gelek spas dikim. Min li vir hilkişiyan, şetrenc, voleybol û futbol lîstin. Em pir bextewar in."
'Lîstik lîstin, em bextewar in'
Ravzanur Koyun, zarokeke din ku ev çalakî pir eciband, got: "Me ji Şaredariya Bajarê Mezin lîstikên wiha xwestibûn û wan jî anîn. Lîstik pir xweş in." Yusuf Koyun jî wiha got: "Em bextewar in û lîstikên xweş dilîzin."
'Li van parkuran pir kêf kirin'
Asmin Koyun jî anî ziman ku bi hevalên xwe re kêf kiriye û got: "Ez spasiya Hevşaredaran dikim ku ev parkur danîn. Me li van parkuran pir kêf kir. Hemû zarokan kêf kirin."
'Her tiÅŸt pir xweÅŸ e'
Zerya Lina Koyun jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Her tişt pir xweş e. Lîstikên min ên herî hezkirî li vir hene. Ji bo van lîstikan gelek spas dikin. Lîstika ku min li vir herî zêde jê hez kir, lîstika hilkişînê bû. Ev der pir xweş e, careke din ez ê dîsa bêm."
Â