Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Anitparkê bi jinan re tevlî spora destê sibê bû.
Bernameyên spora serê sibê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ve ji bo welatî rojê zindîtir dest pê bikin û tenduristtir bin, li 6 cihên cuda didomin: Meydana Bajêr, TemaPark, Parka 75, Anitpark, Parka Koşuyolu û ParkOrman.
Di her qadê de 2 perwerdekar, yek jin û yek mêr, rêberiya welatiyan dikin û ev bername dê 12 mehan bidome. Çalakî her rojên hefteyê di navbera saet 06.30-09.00an de didome û welatî eleqeyeke mezin nîşan didin.
Hevşaredar Bucak tevlî spora serê sibê bû
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li Anitparkê tevlî çalakiya spora destê sibê ya bi jinan re bû. Piştî tevgerên xwe germkirinê û spora serêsibê, Hevşaredar Bucak bi jinan re axivî û daxwazên wan guhdarî kir û diyar kir ku ew ê van hevdîtin û civînan bidomînin.
'Bersiveke erênî digirin'
Perwerdekar Mîne Afşar diyar kir ku çalakî ji bo her kesî vekirî ne û jinên ji her temenî û her qatî di spora serê sibehê de li hev kom dibin. Afşar bal kişand ser ku çalakiyên wan ji her qadeke civakê re eleqedar in û got, "Armanca me ew e ku em hem werzîşê û hem jî jiyaneke tendurist teşwîq bikin. Gelek welatiyên me yên ku tên vir dibêjin dermanên xwe terk kirine û werzîş ji wan re hem ji aliyê ruhî hem jî ji aliyê fîzîkî ve baş hatiye. Bi vî awayî em dimeşin, em her tim bersiveke erênî digirin."
Â