Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi “Pêşandanên Fîlman ên li Derve”, kêfa sînemayê bir park û taxan. Pêşandana fîlmê “Yek ji Rojên Mirina Hemme” li Park Ormanê, ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Sînebîr a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, bi şaredariyên navçeyên Kayapinar, Rezan, Sûr û Yenîşehirê re, kêfa sînemayê bir parkan. Pêşandanên Fîlman ên li Derve yên ku dê di meha Tebaxê de bên lidarxistin, armanc dike ku temaşevanên her temenî li parkan bîne ba hev. Hemû fîlmên ku dê li parkan bên pêşandan wê belaş bin.
Di çarçoveya çalakiyê de fîlma “Yek ji Rojên Mirina Hemme” li Park Ormanê hat pêşandan. Pêşandana fîlma li parkê, ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Welatiyan destnîşan kir ku wan fîlma “Yek ji Rojên Mirina Hemme” ya ku derhêneriya wê Murat Firatoglu kiriye û behsa çîroka Eyup dike, ku dema li Îzmîrê kar nedît vedigere bajarê xwe Sêwregê, bikeve nav karê hişkkirina fringiyan bi hezkirin temaşe kirine.
‘Em keyfa sînemaya li derve derdixin’
Derya Kurtulan a ku li fîlm temaşe kir, bal kişand ser germahiyê û got: "Ji ber havînê hewa pir germ bûye, di nava rojê de çalakiyên me zêde tune ne, çalakiyên wiha baş in. Em di hewaya honik de demên xwe derbas dikin. Bi saya vê çalakiyê, em kêfa sînemaya li derve derdixin. Spas ji kesên ku bername amade kirine re dikin.”
Welatî Cemîle Çelîk jî diyar kir ku ew bi malbata xwe beşdarî bernameyê bûne û got: “Em ji çalakiyên wiha kêfxweş dibin. Temaşekirina tiştên bi zimanê xwe kêfa me tîne. Em daxwaza berdewamiya çalakiyên wiha dikin.”
‘Çalakiyeke cuda bû’
Welatî Mehmet Emîn Tekîn jî derbarê çalakiyê de wiha got: “Ji ber germahiyê em bi hevalên xwe re derketin derve û me ev çalakî dît. Me di çalakiyeke ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin de li fîlmek temaşe kir. Çalakiyeke cuda bû. Me demeke xweş derbas kir.”
Bernameya Pêşandanên Fîlman ên li Derve
Pêşandanên Fîlman ên li Derve, yên ku li Park Ormanê dest pê kirin, dê li van cihan berdewam bikin:
Li Kayapinarê: * 6ê Tebaxê li Parka Aştiyê fîlmê Gergerok
•13ê Tebaxê li Kompleksa Werzîşê ya 500 Ewlerê fîlmê Neşeli Çiftlik
•20ê Tebaxê li Taxa Peyasê fîlmê Şîrînler
Li Sûrê:
•5ê Tebaxê li Taxa Alîpaşa fîlmê Neşeli Çiftlik
•12ê Tebaxê li Taxa Tilelekê fîlmê Gergerok
•19ê Tebaxê li Taxa Zorova fîlmê Komşum Totoro
•26ê Tebaxê li Taxa Îskenderpaşa fîlmê Cîran
Li Yenîşehirê:
•7ê Tebaxê li Parka Mahmut Zengîn a TOKÎ ya Üçkuyuyê fîlmê Benim Adım Mutlu
•14ê Tebaxê li Parka Koru ya Seyrantepê fîlmê Cîran
•21ê Tebaxê li Parka Şaredariya Yenîşehîrê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî)
•28ê Tebaxê li Kolana Çelîkevlerê fîlmê Şirînler
Li Rezanê:
•9ê Tebaxê li Parka Körhatê fîlmê Komşum Totoro
•16ê Tebaxê li Parka Gulê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî)
•23ê Tebaxê li Parka Koşuyoluyê fîlmê Benim Adım Mutlu
•30ê Tebaxê li Parka Rihanê fîlmê Yek ji Rojên Mirina Hemme