Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Taxa Şehîdlikê bi jinan re hat cem hev û diyar kir ku ew amade ne her cure piştgiriya hiqûqî bidin jinan.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo ku jin bikarin pirsgirêk, pêwîstî û daxwazên xwe rasterast parve bikin, hevdîtinên taxan didomîne. Di vê çarçoveyê de, bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, endamên meclisa şaredariyê, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û xebatkarên DÎKASUM'ê, li Taxa Şehîdlikê ya ser bi navçeya Yenîşehirê hevdîtina jinan hat lidarxistin. Jinan eleqeyeke mezin nîşanî vê civînê dan.
Di civînê de xebatkarên DÎKASUM'ê axivîn û der barê xebatên saziyê de agahî dan û ji jinan re diyar kirin ka ew çawa dikarin xwe bigihînin wan.
Hevşaredar Bucak: Hûn xwedî derketin û we sebir kir
Hevşaredar Serra Bucak di civînê de silav da jinan û bal kişand ser giringiya axaftina li ser pirsgirêkên jinan. Hevşaredar Bucak anî ziman ku pirsgirêkên hevpar hene û got, “Gelek pirsgirêkên der barê tax û kolanên me de hene. Mînak, dema em ketin taxa civîn lê hat lidarxistin, ji ber ku rêya asfaltkirî ji me re spas kirin. Esas em spasiya we dikin. Piştî qeyûmê 8 salan, hûn bi hêztir xwedî li şaredariya xwe derketin û we salekê zêdetir sebir kir."
'Em li vir in ji bo ku bibêjin em dikarin çi bikin'
Hevşaredar Bucak xwest ku jin ne tenê ji bo pirsgirêkên taxê, her wiha ji bo pirsgirêkên nav malbatê û pirsgirêkên zayendî jî xwe bigihînin şaredariyê û wiha pê de çû: “Weke şaredariya bajêr û navçeyan, em amade ne ku her cure piştgiriya hiqûqî bidin jinan. Em li vir in ji bo ku bibêjin em dikarin çi bikin û em dikarin li ser çi bi hev re biaxivin. Spas dikim ji bo ku hûn îro li vir in û we wextê xwe ji bo me veqetand.”
Jinên beşdarî civînê bûn jî daxwazên xwe yên weke pirsgirêka çopê, pêwîstiya bi bazareke taxê, zêdekirina hejmara dolmîşan, kêmasiya qadên hêşîn û nebaşbûna qadên ji bo zarokan parve kirin.
Hevşaredar Bucak jî diyar kir ku ew ê bişopînin van mijaran.