Hevşaredar Bucak beşdarî bîranîna Hîroşîmayê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, li Japonyayê beşdarî "Merasîma bîranîna 80emîn salvegera karesata Hîroşîmayê" bû. Piştî wê, hevşaredar dê beşdarî "Konferansa Giştî ya Tora Şaredaran Ji Bo Aştiyê" bibe, ku li Nagazakiyê tê lidarxistin, û dê axaftinekê bike.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamê meclisê Umut Aytaş, ji bo beşdarî çalakiyên li dijî çekên nukleerî bibin û hevdîtinan pêk bînin, çûn Japonyayê. Çalakî ji ber salvegera 80emîn a avêtina bombeyên atomî li ser bajarên Hîroşîma û Nagazakî yên Japonyayê di Şerê Cîhanê yê Duyem de, tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredar Serra Bucak dê beşdarî Konferansa Giştî ya Mayors for Peace (Tora Şaredaran Ji Bo Aştiyê) bibe, ku di navbera 7-10ê Tebaxê de li bajarê Nagazakiyê yê Japonyayê tê lidarxistin.

Ev yekîtiya rêveberiya herêmî ya navneteweyî, ku di sala 1982an de bi pêşengiya Şaredarê wê demê yê Hîroşîmayê Takeshi Araki hat damezrandin û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî endamê wê ye, ji bo cîhanek bê çekên nukleerî û aştiyeke mayînde kar dike. Konferans dê bi vê armancê şaredarên ji çar aliyên cîhanê bîne cem hev.

Konferans dê çar rojan bidome û mijara wê "Ber Bi Cîhanek Bê Çekên Nukleerî: Pêşeroja Aştiyane ya ku Em Weke Welatiyên Gloverî Xeyal Dikin" e. Di konferansê de dê mijarên wekî bêçekkirina nukleerî, avakirina bajarên ewle û berxwedêr, û belavkirina çanda aştiyê bên gotûbêjkirin.

Konferans dê di 7ê Tebaxê de bi pêşkêşkirina gulan li Muzexaneya Bombeya Atomî û Salona Bîrdariya Aştiyê ya li Nagazakiyê dest pê bike. Di 8ê Tebaxê de, di merasîma vekirinê de ku li Dejima Messe Nagasakiyê tê lidarxistin, dê panelek bi beşdariya Rektorê Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî Tshilidzi Marwala, Şaredarê Hîroşîmayê Kazumi Matsuive û Şaredarê Nagazakiyê Shiro Suzuki were lidarxistin. Piştre, dê ji aliyê Midûra Giştî ya Komeleya Qurbaniyên Bombeya Atomî ya Japonyayê (Nihon Hidankyo) Teruko Yokoyama ve, vegotinên hibakûşa (kesên ku ji êrîşa nukleerî xilas bûne) bên guhdarîkirin. Di heman rojê de, dê panelek bi sernavê "Pêkanîna Cîhanek Bê Nukleer" were lidarxistin. Di beşa dawî ya panelê de dê pirsgirêkên jîngehê, tenduristiya gel û pandemî, mafên mirovan û penaberan bên rojevê. Roja sêyem a konferansê dê bi Merasîma Aştiyê ya Nagazakiyê dest pê bike, û piştî merasîmê "Konferansa 13emîn a Giştî ya Şaredarên Japonyayê ji bo Aştiyê" dê were lidarxistin.

Hevşaredar Bucak dê pêşkêşiyekê bike

Li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak dê di rûniştina sêyem a 9ê Tebaxê de axaftinekê bike. Hevşaredar Serra Bucak, ku dê di "Rûniştina Çalakiyên Çandî, Huner, Muzîk û Werzîşê" de biaxive, dê pêşkêşiyekê li ser çalakiyên çandî yên bi mijara aştiyê yên ku li bajêr hatine pêkanîn, bike. Di çarçoveya rûniştinê de, dê bi rêveberên herêmî yên ji welatên cuda re, derfetên parvekirina tecrûbeyan û hevkariyê jî bên nirxandin.

Konferans dê di 10ê Tebaxê de bi Civîna Giştî bi dawî bibe. Di vê rûniştinê de, dê plana çalakiyê ya dema pêş were diyarkirin, endamên lijneya rêveber bêne hilbijartin, û "Daxuyaniya Nagazakiyê" were qebûlkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tebax 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31