Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên nûkirina rêyan de li navenda bajêr, dest bi danîna asfalta germ li ser Kolana Alipinar û Bulvara Sezai Karakoç li navçeya Yenîşehirê kir.Â
Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Parastin û Çêkirina Rêyan, ji bo ku veguhastin li seranserê bajêr ewletir û rehettir bibe, xebatên xwe yên li ser bingeh, dagirtin, stabîlîzator û asfaltê didomîne.
Xebatkar li ser Kolana Alipinar a 350 metre dirêj, 25 metre fireh û Bulvara Sezai Karakoç a 900 metre dirêj û 30 metre fireh asfalta germ çêdikin.
Niştecihî û esnaf ji vê xebatê pir kêfxweş in.
Niştecih û esnafên taxê ji vê xebatê kêfxweş bûn ku ev demek dirêj e bi piranî bê asfalt mane.
Dikandar Medenî Altun ji bo xebatê spasiyên xwe ji Şaredariya Bajarê Mezin kir û got, "Bi salan e li vir asfalt nehatiye çêkirin. Bi taybetî xaçerê pir xirab bû. Em ê ji toz û dûmanê xilas bibin. Ji ber kombûna ava baranê wesayîtan nekarîn derbas bibin. Hêvîdarim ku ev pirsgirêk bi dawî bibin."
Niştecihê taxê Faysal Gümüş diyar kir ku rewşa xirab a rêyan derbasbûna wesayîtan dijwar kiriye û got, "Ev karekî pêwîst û baş e. Niha wesayitên me dikarin bi hêsanî bigerin. Derfetên karsaziyê ji bo dikandaran jî dê zêde bibe.’’
"Em ê ji toz û kilaxê xilas bibin"
Dikandar Feyyaz Cebe jî misoger kir ku bi salan e li herêmê asfalt nehatiye çêkirin û got, "Şaradariya me asfalt çêdike. Wekî dikandar, em ê ji toz û kilaxê xilas bibin. Ji nû ve çêkirina rêyan dê bibe sedema zêdebûna karê me’’
Xebata rakirina li Kolana Yaradanakul
Di vê navberê de, xebatkarên Şaredariya Bajarê li Kolana Yaradanakul dest bi xebata rakirina asfaltê kirine. Piştî hilweşandinê, dê asfalta germ li herêmê bê sazkirin.