Zarokên ku beşdarî “Şahiya Zarokan” bûn ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve li gundê Kozanê ê ku bi girêdayî navçeya Surê ve hatibû organîzekirin, li parkurên hatine avakirin bi dilxweşî lîstin û rojek û bi wate hat jiyîn.
Serokatiya Xizmetên Ciwan û Spor û Serokatiya Xizmetên Civakî xebatên xwe didomînin da ku spor di nav gel de belav bibe û civakê arasteyî jiyaneke bi tendirûst dikin. Di çarçoveya xebatên ku bi hevkariya şaredariyên navendî têne meşandin de, li şahiya ku li gundê Kozanê ê ku bi girêdayî navçeya Surê hatibû organîzekirin, dîwarê vegirtinê yê ba, deriyên futbolê, potên basketbolê, mala qorikan, dart, trambolin, maseyên lîstikên aqil û zîrekiyê, parkurên hunî û pergala mûzîkê hatin sazkirin.
350 zarokên ku li gund dijîn, bi rêberiya 25 perwerdekaran hem werzîş kirin hem jî demek dilxweş derbas kirin. Perwerdekar di nav çalakiyê de ji zarokan ra îkram kirin û tişort diyari kirin.
Zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn, ragihandin; bi şahiya ku ji bo wan hatiye organîzekirin pir kêfxweş in. Cudatir diyar kirin ku ji bo wan hem bîranîn hem jî rojek pir xweş çêbûye.
Muhemmed Selîm Tarlak jî hestên xwe bi vî awayî anî zimên; “ji bo me bîranîneke pir xweş çêbû, em spasiyên xwe Şaredariya Mezin a Amedê re dikin ku ji bo van lîstik û parkurên xweş. Ez bi hevalên xwe re pir kêfxweş bûm. Min futbol lîst, basketbol lîst. Ev ji bo me hem bîraninek xweş hem jî rojek dilxweş bû.”
Ji zarokan Efsûn Tunçelî û Semanûr Demîr jî ragihandin ku li hemû parkurên li qadê lîstine û gotin: “Li vir pir kêfxweş bûn, pir dilxweş bûn.“