Ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil otoparkek nû

Qada otoparkê ya belaş a 4 hezar û 500 metrekare ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve ji bo beşa Onkolojiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil hatiye avakirin, dest bi xizmetê kir.

Serokkatiya Venêrîna Rêyan û Kordinasyona Binrêyan, li hêlekê xebatên xwe yên rêyan ji bo welatî bi awayekî rehet û ewleh bigihîje,  didomîne li hêla din jî ji bo pirsgirêkên parkkirina wesayitan li cihên ku weki welatî pirî caran mecbûr in ku biçin nexweşxaneyan, çareseriyan ava dikin.

Di vê çarçoveyê de beşa Onkolojiyê ya ku di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil de a ku li navçeya Kayapinarê, qadekî ya wesayitan a belaş û ji 4 hezar û 500 metrekare pêk tê ava kir.

Qada otoparkê ket xizmetê. Xebatên avakirina qada otoparkê ji kolan-dagirtin, 2 hezar û 500 ton stabilîzeya serîn a bingehîn û hezar û 500 ton perçeyên asfaltê ên serîn pêk hat û ket xizmeta welatiyan de.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tebax 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31