Werzişvana DBB’ê di Lîga Premier a Tirkiyeyê de bû sêyemîn

Werzişvan Nazlî Bozkurt ku di bin banê Şaredariya Mezin a Amedê de dixebitî, di Şampiyonaya Karateyê ya Tirkiyeyê ya Lîga Premier Umit Genç U21 û di Mezinên Tirkiyeyê ya kareteya şampiyonaya de bû sêyemîn. 

Pêncemîn Lîga Karate Premier a Tirkiyeyê ji aliyê Federasyona Karateyê ya Tirkiyeyê ve li Amedê hat organîzekirin. Ev organîzasyon wê du rojan berdewam bike, ji gelek parêzgehên li Tirkiyeyê, 187 klûb û zêdetirî hezar werzişvanan tevlî bûm. Werzişvan Nazlî Bozkurt, di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê yê Şaredariya Mezin a Amedê de dixebite, di nav werzişvanên ku beşdarî Şampiyonaya Karateyê ya Lîga Premier Umit Genç U21 û Mezinan ên li Tirkiyeyê de cih girt.

Werzişvanên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatîn, li gorî koman û temenan di nav kategoriyên cuda de têkoşîn dan. Bozkurt di kategoriya U21 Kumite 55 kg de hevrikên xwe li paş xwe hişt û bû sêyemîna Tirkiyeyê.

Bi dawîbûna pêncemîn Lîga Karateya Premier a Tirkiyeyê, di merasîmekê de hat organîzekirin û medal û kupayên xwe dan werzişvanên ku li turnuvayê ketîn dereceyê. 

Li gorî salvegerê Federasyona Karateyê ya Tirkiyeyê, werzişvanên ku di dema Lîga Premier de puan kom kirî wê têkoşîna şampiyoniyê jî bikin. Piştî fînalê rêzbendiya giştî dê eşkere bibe û werzişvanên ku dereceyê bistînin dê mafê nûnerîtiya Tirkiyeyê di asta tîman de bi dest bixin.

‘Ez ê medalya zêr bînim Amedê’

Werzişvana bi lîsans ya Şaredariya Mezin a Amedê Nazlî Bozkurtê piştî serkeftinê kêfxweşiya xwe diyar kir, armanca wê ew e ku di Şampiyonaya Tirkiyeyê de derbasî fînalê bibe û medalya zêr bîne Amedê. Bozkurt  axivî û got; Îro li vir Lîga Premier a Tirkiyeyê hat organîzekirin. Li vir ez di U21 55 kîlogramê de bûm sêyemîn. Ez spasiya xwe Şaredariya Mezin a Amedê re dikim ku piştgirî dan min. Inşallah ez ê di Şampiyonaya Tirkiyeyê ya pêş de derbasî fînalê bibim û medalya zêr bînim Amedê.”

‘Ez ê Amedê bi awayê herî baş temsîl bikim’

Bozkurtê diyar kir ku ji niha şûn ve wê ji bo şampiyonaya Tirkiyeyê xwe amade bike, wê Amedê bi awayê herî baş temsîl bike û wiha axivî: “fikir û daxwazên min ew in ku malbata xwe, antrenorên xwe û şaredariya xwe kêfxweş bikim.”

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tebax 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31