Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Sera Bucakê di Konferansa Giştî ya Tora Şaredarên ku ji bo Aştiyê de, bal kişand li ser polîtîkayên bi salan e ku ji bo siyaseta pevçûn û tûndiyên hatine avakirin, û diyar kir ku ew tevî van polîtîkayên dijber jî di hemû waran de wekî bingehê esas, avakirina aştiyê ji xwe re pejirandine.
Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Sera Bucakê di navbera 7-10’ Tebaxê de li bajarê Nagazakiya Japonyayê di Konferansa Giştî ya Tora Şaredarên ku ji bo Aştiyê de beşdar bû û di “Daniştina çalakiyên çand, huner, muzîk û sporê” de axivî.
Roja duyemîn a konferansê bi bîranîna ku di demjimêra 11.02’an de li Nagazakiyê bombeya atomî hat avêtin. dest pê kir. Piştî bîranînê, beşdarên konferansê ku di 5 koman de hatibûn dabeşkirin û di nav komên xwe de çalakiyên çandî û civakî yên şaredariyên xwe rave kirin û beşdarvanan ji bajar û civakê re ragihandin pêk anîn. Bi DBB re şaredariyên wekî Malakoff, Hirakata, Hiroşima, Musmshino, Fuchu-cho, Fuchu, Taku pêşkêşiyên xwe kirin.
‘Ew xwedî mîrasek ya gerdûnî ne’
Hevseroka Şaredariya Mezin Sera Bucakê jî li ser DBB’ê pêşkêşî kir û dest bi axaftina xwe kir: “Ez li vir im ji bo nûnertiya Ameda ku bi dîroka xwe ya hezar salî, erdên xwe yên bereketdar û mîrasa xwe ya çandî ya bêhempa tê nasîn.” Hevserok Bucakê, bal kişand li ser vê yekê ku Amed, bajareke kevnar e û ji 8 hezar salan ve bêdawî hilberîn lê tê kirin û xwedîtî li gelek şaristaniyên cuda jî kiriye û diyar kir ku Sur û Baxçeyên Hevselên di lîsteya Mîrasa Çandî ya UNESCO’ê de cih digire. Bi surên xwe yên ku qasî 7 hezar sal in, li ser xwe mayînûnji aliyê dîroka cîhanê ve xwedî taybetmendiya mîrasek gerdûnî ye.”
'Divê em hevkariyên xwe yên li dijî şerî xurttir bikin'
Hevserok Bucak di konferansê de êrîşên li dijî mirovahiyê yên wekî li Hiroşîma û Nagazakiyênhatine kirin şermezar kir û yên ku jiyana xwe winda kirine, bi rêzê bîranî û got: “Ji bo karesatên bi vî rengî di dîroka mirovahiyê de dûbare nebe, divê em hevkariyên xwe yên li dijî şerî û li dijî çekên nukleerî xurttir bikin, ez vê civînê ji bo vê armancê pir girîng dibînim.”
‘Em di hemû xebatên xwe de aştiyê li pêş bixin'
Hevserok Bucakê ragihand ku şaredarî, di hemû xebatên xwe de siyaseta ku aştiyê pêşî dixe esas digre û bi kar tîne û axaftina xwe bi vî awayî domand:
“Di avakirina aştiya civakî de; em bi bingeha têgihiştineke rêvebiriya herêmî ya wekî pirzimanî, azadiya jinan, pirçandî û hembêzkirina hemû rengên cuda, esaa digrin û xebatên xwe bi vî rengî rêve dibin. Şaredariya me bi salan e spolîtîkayên ku li hemberî pevçûn û tûndiyê esas tê girtiye û helwesta xwe ya aştiyane hertim wekî bingeh didomîne. Di vê çarçoveyê de cudatir kreşên me yên ku zimanên wekî Kurdî, Kirmanckî, Tirkî û Ingilîzî xebata xwe dikin, hene. Di heman demê de navendên me yên wekî jiyana jinan bi heman zimanan xebatên xwe dikin jî hene. Wekî din jî em zimanên wekî Suryanî û Ermenîkî jî girîng dibînin û di nav xebatên xwe yên çand-hunerî de jî bi kar tînin û didin jiyandin.