Hevşaredar Bucak, li maça Amedspor-Erzurumsporê temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Walîyê Amedê Murat Zorluoglu, parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Serhat Eren û Mehmet Kamaç û Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal re, li Stadyuma Amedê li maça Amedspor û Erzurumsporê temaşe kir.

Di maça xwe ya duyemîn a Lîga 1ê de, Amedspor li mala xwe bi tîma Erzurumsporê re lîst û bi encama 2-2 wekhev ma.

Amedspor, bi vê encamê di lîgê de derket rêza 17an û dê hefteya pêş de li mala xwe mêvandariya tîma Sîvassporê bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30