Li 20 cihan 'Şahiyên Zarokan ên Gundan' hatin lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku bi feraseta pirzimanî û pirçandî xizmetê bide, li 20 taxên cuda bi beşdariya bi sedan zarokan “Şahiyên Zarokan ên Gundan” li dar xist.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, bi armanca ku zarokan kêfxweş bike û wan bi çalakiyên çand û hunerê bîne gel hev, çalakiyan li dar dixe. Çalakiyên “Şahiyên Zarokan ên Gundan” ku ji atolyeyên çand û hunerê û ji lîstikên şanoyê pêk tên, li taxên navçeyên Pasûr, Erxenî, Çinar, Licê, Hênê, Bismil, Sûr û Farqînê bi zarokan re hatin cem hev.

Şahiya pêşîn li gundê Qemîkan hat lidarxistin

Yekemîn çalakî di 23’yê Tîrmehê de li taxa Qemîkana navçeya Pasûrê dest pê kir û heta 19'ê Tebaxê li Pasûrê li Cimarê û Zîlekê, li Erxeniyê li Îngiko, Şolen, Zimayikê, Încexidrê, Barbînê û Selmanê; li Sûrê li Parka Anzeleyê; li Hênê li Çemanê; li Licê li Goma Elîkê; li Bismilê li Embar, Mîrkoliyan, Hacikîkî û Çawişlûyê; li Çinarê li Giregewrê û Elwendê; li Farqînê li Parka Rindêxan û Meydana Azîzoglûyê dom kir. Çalakî bi beşdariya zêde ya zarokan li 20 cihan hatin lidarxistin.

Hevşaredar jî bi kêfxweşiya zarokan şa bûn

Di çalakiyên ku di 23’yê Tîrmehê de dest pê kirin de, bi sedan zarokên li taxên gundewarî bi atolyeyên resim û muzîkê û lîstikên şanoyê hatin ba hev. Hevşaredarên şaredariyên navçeyan jî beşdarî çalakiyan bûn û bi kêfxweşiya zarokan şa bûn.

'Em hemû li vir kêfê dikin'

Elîfnûr Zorlu ya ku beşdarî çalakiya li taxa Elwendê ya navçeya Çinarê bû, dilxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Îro em ji bo kêfê li vir kom bûn. Em stranan dibêjin, çalakiyên boyaxkirinê dikin, wêneyan çêdikin û kêfê dikin."

Mûrat Yavuz ê ku beşdarî çalakiya li taxa Giregewrê ya navçeya Çinarê bû jî got ku ew bi dilê xwe kêfa xwe kirine û beşdarî çalakiya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo wan li dar xistiye, bûne.

Çalakî bi dawî bûn

“Şahiyên Zarokan ên Gundan”, di 19'ê Tebaxê de bi çalakiya li Meydana Azîzoglû ya navçeya Farqînê bi dawî bû.

 

Image Gallery