Hevşaredar Bucak: Em dikarin pirsgirêkên civakî çareser bikin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak, li gundê Şêxselametana navçeya Pîranê bi jinan re civiya. Bucakê destnîşan kir ku ew bi baweriya çareserkirina her cure şideta li ser jinan û hemû pirsgirêkên civakî yên di çarçoveya demokratîk de, têkoşîn dikin.

Li Pîranê, Şaredariya Pîranê bi Rêveberiya Polîtîkayên Jinan re, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediyaye, Em ê Şidetê Bi Hev re Bisekinînin” de, ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinan hatiye plankirin, civîna jinan li dar xist.

Di civînê de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, digel Hevşaredara Pîranê Aysel Baran, Hevşaredara Yenîşehirê Safiye Akdag, Hevşaredara Kayapinarê Berîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz, Hevşaredara Pasûrê Fatma Ay, Hevşaredara Licê Dîlek Diyar Ozer, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredara Baxlarê Leyla Ayaz, Hevşaredara Erxanî Birsen Azak Bayar û Hevşaredara Karazê Roza Altindag beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak: Em nikarin çavê xwe li şideta li ser jinan bigirin

Hevşaredaran beriya civîna jinan, avahiya navenda jiyana jinan a ku ji aliyê Şaredariya Pîranê ve hatiye avakirin geriyan û paşê serdana esnafên li taxa Çelebî ya Pîranê kirin. Di serdanê de, Hevşaredar Bucak li daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdarî kir û li ser xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a li ser jinan agahî da û belavokên li ser tiştên ku divê li hember şideta li ser jinan bê kirin, belav kirin.

Bucak, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û got: "Ji bo her pirsgirêkek we hebe, hûn dikarin her dem bigihêjin me. Em wek hevşaredarên jin nikarin çavên xwe li şideta li ser jinan bigirin."

Bucak anî ziman ku ew bi baweriya çareserkirina her cure şideta li ser jinan û hemû pirsgirêkên civakî yên di çarçoveya demokratîk de, têdikoşin.

Civîna jinan li Şêxselametan

Paşê, Hevşaredar Bucak û yên pê re beşdarî civîna jinan a li gundê Şêxselametan bûn. Di civînê de, jinan daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.

'Em ê bi hev re bi ser kevin'

Di axaftina xwe ya di civînê de, Hevşaredar Serra Bucak, jin silav kirin û got: "Îro em gelekî bextewar in ku em bi hev re civiyane. Spas ji bo mêvandarîya we."

Bucak, dema qeyûman a 8 salan a li şaredariyan bi bîr xist û got: “Ji ber vê yekê, pirsgirêkên me kom bûn, pirsgirêkên me gelek in. Pirsgirêkên li navçeyan, navendê û gundan kom bûne. Lê em dikarin van pirsgirêkan gav bi gav bi hev re çareser bikin. Hêza me, hêza jinan û ciwanan heye. Em ê bi hev re bi ser kevin. Lê ya girîngtirîn, em îro dixwazin li ser mijara şideta li ser jinan bi berfirehî biaxivin.”

 

Image Gallery