Di Parka Bajêr a Mezopotamyayê de xebat didomin

Li Parka Bajêr a Mezopotamyayê ku yek ji projeyên vîzyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û dê gelek hewcedariyên ji çandê heta hunerê, ji werzîşê heta bêhnvedanê bibersivîne, xebat didomin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li Parka Bajêr a Mezopotamyayê ya ku li ser qadeke 211 hezar û 656 metrekare ye û li qada ketina Bulvara Mezopotamyayê û Dîcleyê ya li navçeya Kayapinarê ye û dê di jiyana sosyo-çandî ya bajêr de bibe nefeseke nû, xebatên xwe didomîne.

Li cihê nû ya hevdîtinê ya ku rengê kesk ê bajêr xurt dike û di heman demê de dikare ji her temenî re bi awayekî hemdem xizmetê bike, niha xebatên kolandinê yên ji bo pirtûkxaneya li derve û qehwexaneyan û her wiha ji bo zemînên hişk xebatên dagirtinê bi lez û bez didomin.

129 hezar metrekare dê weke qada hêşîn were bikaranîn

Di projeya vîzyonê de ku qadeke jiyanê ya bi sirûştê re têkilîdar, modern, gihîştî û pir alî hatiye dîzaynkirin, dê 129 hezar metrekare were hêşînkirin. Ji bo hezkiriyên sirûştê dê li ser qada 129 donimî cûre cûre dar û nebat bên çandin. Dê di nav qadên hêşîn de ji bo welatiyan cihên meşê, yên bazdanê û amûrên fîtnesê jî bên bicihkirin.

Yekemîn pirtûkxaneya derve ya bajêr

Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan, di projeya girîng de ji bo pêşxistina xwendina pirtûkan, dê bi hesasiyeta avhewaya bajêr, li Parka Bajêr a Mezopotamyayê li ser qadeke 982 metrekareyî pirtûkxaneyeke derve ava bike.

Zarok nehatin jibîrkirin

Di projeyê de 4 hezar û 588 metrekare ji bo zarokan hatiye veqetandin. Ji bilî komên lîstikên klasîk, dê ji bo zarokan yekîneyên hilkişînê û beşên taybet ên ku zarok dikarin bi qûmê bilîzin jî werin çêkirin.

Kêfa sînemayê ya li derve

Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan, li Parka Bajêr a Mezopotamyayê ya ku dê mazûvaniya çalakiyên girîng ên hunerî yên bajêr bike, dê qadeke 3 hezar metrekareyî weke sînemayeke li derve bi kar bîne.

Dê qadên avê bên çêkirin

Midûriyeta Daîreya Park û Baxçeyan bi hesasiyeta avhewaya bajêr, di nav qadên ger û bêhnvedanê yên 37 hezar metrekareyî de dê hewzên ziwa û rûberên avê yên bi efektên şelaleyan çêbike.

Di projeyê de ku dê 2 qehwexaneyên modern ên her yek 465 metrekareyî û cihên terasan ên berfireh tê de bin, dê her wiha 3 yekîneyên WC’yan ku ji bo jin, mêr û astengdaran guncaw in, jûreyên lênihêrîna zarokan û 2 parkên fireh ên vekirî yên wesayîtan jî cih bigirin.

 

Image Gallery