Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak, di merasîma bîranîna Narîn Guran, ku mafê wê yê jiyanê hatibû binpêkirin, de bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina mekanîzmayên demokratîk, azadîxwaz û beşdarbûyî ji bo bidawîkirina tawanên li dijî jin û zarokan.
Narîn Guran, ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çolî ya navçeya Baxlarê winda bûbû û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de li Geliyê Ava Reş hatibû dîtin, di salvegera yekem a mirina wê de li ser gora wê hat bîranîn. Ji bilî Hevşaredar Serra Bucak, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Hevşaredara Bajarê DEM Partiyê Gulşen Ozer û hevşaredarên navçeyan digel endamên meclîsan jî beşdarî bîranînê bûn.
'Kuştina zarok û jinan zêde dibe'
Hevşaredar Bucak, ku bi silavdayîna beşdaran dest bi axaftina xwe kir, bi bîr xist ku salvegera 1. ya kuştina Narîn e û wiha got: "Mixabin, 19 roj piştî windabûna Narînê, cenazeyê wê hat dîtin. Di nav van 19 rojan de, li vî gundî, lêgerîn û lêpirsînek ku hîn hûrgiliyên wê ne diyar in û tijî kêmasî ye, pêk hat. Kêmasiyên ku di van 19 rojan de derketin holê, ne bi destê dadgehê, ne jî bi destê tîma lêpirsînê û hêzên ewlehiyê, wekî ku divê nehatin meşandin. Piştî mirina Narînê, bi dehan zarok û jin li vî welatî hatin qetilkirin. Kuştina zarok û jinan, îstîsmarkirina zarokan, destavêtin û îstîsmarkirina zarokan her diçe zêdetir dibe. Mixabin, li hemberî vê zîhniyeta ku piştî Narînê mezin dibe û birînên kûr di civakê de vedike, desthilatdarî xwedî berpirsiyarî ye, lê em bi desthilatdariyeke ku ji vê berpirsiyariyê dûr e û haya wê jê tune ye re rû bi rû ne. Ev welat mecbûr e ku vê rastiyê binirxîne, qebûl bike û li ser nîqaşê bike."
'Hêrs û serhildana me mezin e'
Hevşaredar Bucak, ji ber neparastina jinan û îstîsmarkirina zarokan, desthilatdarî rexne kir û got: "Mixabin, ev rewş encama siyaseta desthilatdariyê û saziyên nêzî wê ye. Ji ber vê yekê, hêrs û serhildana me mezin e."
'Divê mekanîzmayên zelal bên pêşxistin'
Bucak, behsa berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî kir û got ku ew mecbûr in ku mekanîzmayan pêş bixin, mezin bikin û tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê bigirin. Bucak bal kişand ser wê yekê ku dema ew dibêje rêveberiyên herêmî, ne tenê şaredariyan destnîşan dike û wiha axivî: "Li vir, ez saziyên zarokan, saziyên jinan û hemû rêxistinên civaka sivîl ên ku li ser civakê dixebitin, bi rastî jî tevahiya gelê Amedê, gelê herêmê destnîşan dikim. Heta ku em mekanîzmayên demokratîk, azadîxwaz, beşdarbûyî û zelal pêş nexin, hemû beşên civakê nekin parçeyek ji van mekanîzmayan û vê yekê nekin sîstemeke ku dê li ser siyasetên rêveberiyên herêmî bê nîşandan, têkoşîna me li dijî vê dijwar e. Lê belê em li vir in. Em li vir îrade ne û bi hemû mekanîzmayên xwe, digel şaredariyên navçeyan, şaredariya me ya bajarê mezin û hemû civaka sivîl a bajêr, em kampanyayên xwe yên ji bo mafên zarok û jinan, ji bo îstîsmar û destdirêjiya li zarokan, tundiya li dijî jinan didomînin. Em xebatên hişyarkirinê dimeşînin. Lê ya herî girîng, pêwîstiya me bi rêxistinbûneke giştî di vê civakê de heye. Mixabin, ji Narin û vir ve, gelek zarok û jin li her derê Tirkiyeyê, bûne qurbana komkujiyan."
Rojîn Kabaiş jî hat bîranîn
Hevşaredar Bucak, axaftina xwe bi bîranîna Rojîn Kabaiş bi dawî kir: "Ez dixwazim kuştineke din a ku tavilê piştî Narin pêk hat û mixabin daraz bi qestî eşkere nekir, bibêjim. Kuştina Rojîn Kabaiş a li Wanê, israra ku wekî 'xwekuştin' nîşan didin, lê belê lêpirsîneke bi bandor nayê kirin, ev hemû bingeha pirsgirêkên ku em dijîn in. Di bin zext û bandora desthilatdariyê de darazek azad nabe. Ez dixwazim bibêjim ku em di şexsê Narin de, hemû zarokên ku hatine qetilkirin, îstîsmar kirin, yên ku me nikarîbûn biparêzin û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hezkirin bi bîr tînin."
Piştî axaftinên Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin û Hevşaredara DEM Partiyê ya Bajarê Gulşen Ozer, Hevşaredar Bucak û kesên pê re çîçek danîn ser gora Narin Guran.
Â