Hevşaredar Bucak, karûbarên li ser rêya Licê venêrtin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, karên çêkirina rêya 8 kîlometreyî ya ku 2 taxên navçeya Licê digire nav xwe, li cihê xwe lêkolîn kir.

Serokatiya Daîreya Lênihêrîna Rêyan û Koordinasyona Binesaziyê, ji bo ku veguhastin bi ewle, erzan û rehet be, xebatên xwe yên li taxên gundî yên 17 navçeyan didomîne. Tîm, li ser rêyên taxên Serîn (5.9 kîlometre), Goma Kazo (2.1 kîlometre), Ulucak (7.2 kîlometre), Goma Ahmet (5.2 kîlometre), Yalaza (3.4 kîlometre), Koşk (600 metre), Karaçî (1.8 kîlometre), Yaka (1.4 kîlometre), Kayadibî (400 metre), Yunluce (1.2 kîlometre), Someradan (5 kîlometre) û Cebel (1.4 kîlometre) yên navçeya Licê, xebatên binbeş û amadekariyê dimeşînin. Tîm, paşê dê li rêyên taxên Serîn, Goma Kazo, Goma Ahmet, Yalaza, Karaçî, Yaka, Yunluce û Cebel asfaltê berdin, rêyên taxên Koşk û Kayadîbî beton bikin û li taxa Ulucak jî dê xebatên çêkirina rêya stabîlîze bikin.

Hevşaredar Bucak, xebat lêkolîn kirin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, digel Hevşaredarên Şaredariya Licê Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr û Alîkarê Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglû, karên çêkirina rêya 8 kîlometreyî ya ku taxên Serîn û Goma Kazo digire nav xwe, li cihê xwe lêkolîn kirin.

Hevşaredar Bucak, derbarê xebatan de ji rayedaran agahî girt û destnîşan kir ku divê xebat di demeke herî kin de bi dawî bibin.

Bi xebatên rê yên ku tê plan kirin heta meha îlonê bi dawî bibin, dê gihîştin li Licê ewletir û rehettir bibe.

 

Image Gallery