Hevşaredar Bucak: Em hewl didin pirsgirêkan gav bi gav û bi awayekî rastî çareser bikin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Karazê bi muxtaran re civiya û destnîşan kir ku ew hewl didin pirsgirêkan gav bi gav, bi awayekî domdar û rastîn çareser bikin û got, "Piraniya van pirsgirêkan dê sala bê bên çareserkirin."

Civînên muxtaran ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin ve bi armanca guhdarîkirina pirsgirêkan li ser cih û peydakirina çareseriyê têne lidarxistin, li navçeya Karazê dewam kirin.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredarên Şaredariya Karazê Roza Altindag û Mehmet Şik beşdarî civînê bûn. Di civînê de ku gelek muxtar beşdar bûn, pirsgirêkên sereke yên navçeyê hatin rojevê.

Hevşaredarên Şaredariya Karazê yên ku civîn vekirin, bal kişandin ser beşdariya yekîtiya civakî di çareserkirina pirsgirêkan de û girîngiya têkoşîna bi hev re destnîşan kirin.

Hevşaredar Bucak: Em ji bo çareseriyê hatin cem hev

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî anî ziman ku ew ji bo axaftina li ser pirsgirêkan û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê hatine cem hev. Serra Bucak destnîşan kir ku rêveberên daîreyên têkildar û yên DÎSKÎyê di civînê de ne û got ku hemû pirsgirêkên derbarê veguhastinê, çêkirina rê, kanalîzasyon û hemû pirsgirêkên din dikarin bên vegotin.

'Di dema qeyûman de rê hatin xerakirin'

Hevşaredar Bucak, bersiva pirsên muxtaran ên derbarê xebatên rê de da û diyar kir ku yek ji qadên herî zêde yên ku di dema qeyûman de hatine xirakirin, rê ne û wiha got: “Dema me dest bi kar kir, em rastî avahiyeke exlaqî nehatin, tevî vê jî me hewl da ku em 42 kîlometre rê biqedînin. Em ji her tiştê şaş, kêm û neheq hesab dipirsin. Em ji her tiştê ku wan kirine, hesab dipirsin. Me pereyê vî gelî li ser rê nedît. Eger em tiştê ku wan kirine veşêrin, em jî dê bibin wekî wan. Ew pere dê careke din ji me dernekeve. Em soz didin ku îhaleya me ya rêya nû dê bi awayekî rast û durist were birêvebirin.”

Di civînê de muxtaran daxwazên xwe yên wekî rê, av, kanalîzasyon, mala sersaxiyê ya jinan, park, gihîştina kesên astengdar û tamîrkirina goristanan anîn ziman.

'Li Karazê me 42 km rê çêkir'

Di dawiya civînê de Serokê Daîreya Lênihêrîna Rêyan û Koordinasyona Binesaziyê Burhan Kaya derbarê daxwazên di warê rê de wiha got: "Me li Karazê 42 kîlometre rê çêkir, bi îhaleya nû re tê plankirin ku ev qasî din jî were çêkirin."

Rêveberên DÎSKÎyê jî anîn ziman ku ew li Karazê karên nûkirina torên ava vexwarinê û çalakiyên klorandinê dimeşînin.

'Em gav bi gav bi awayekî domdar hewl didin çareser bikin'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku wan hemû pirsgirêkên ku muxtaran anîne ziman tomar kirine û dê ji bo çareseriyê bi daîreyên pêwendîdar re bi awayekî hevaheng bixebitin. Bucak wiha got: “Pirsgirêk pir mezin in, lê em gav bi gav, bi awayekî domdar û rastîn hewl didin wan çareser bikin. Piraniya van pirsgirêkan dê sala bê bên çareserkirin.”

Serdan li Şaredariya Karazê

Hevşaredar Bucak, berî civîna muxtaran, serdana Şaredariya Karazê kir. Bucak, bi Hevşaredarên Roza Altindag û Mehmet Şik re li ser xizmetên li navçeyê guftûgo kirin.

 

Image Gallery