Beza Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar ket

Li Hîpodroma Amedê, Beza Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Di pêşbirkê de, hespê bi navê Sevînçlî û jokeyê wî Levent Taptik bi ser ketin.

Pêşbirk ji aliyê Kulûba Jokeyê ya Tirkiyeyê (TJK) ve hat organîzekirin û li ser pisteke qûmê ya 1800 metreyî pêk hat. Gelek welatîyan li pêşbirkê temaşe kirin, di nav wan de Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Emrullah Gorduk û Serokê Daîreya Karên Ciwan û Sporê Baran Yilmaz jî hebûn.

Piştî pêşbirkê, Sekreterê Giştî Gorduk, xelata serketinê pêşkêşî xwediyê hespê Sevînçlî kir. Beza ku her sal tê lidarxistin, ji bo hespên îngilîz ên 3 salî û mezintir hatibû vekirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31