Hevşaredar Bucak, maça Amedsporê li gel alîgiran li ber ekraneke mezin temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Amedspor-Sivassporê li Meydana Bajêr a li Kayapinarê li pêş ekraneke mezin bi alîgiran re temaşe kir.

Amedspor ku di Lîga 1ê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, di hefteya sêyem a lîgê de li Stadyuma Amedê mêvandariya Sivassporê kir. Ji ber cezaya Lijneya Dîsîplînê ya Profesyonel a Futbolê (PFDK) ku ji ber bûyerên di maça Erzurumsporê ya hefteya borî de cezayê lîstina bê alîgir dabû Amedsporê, Amedspor bêyî piştgiriya alîgirên xwe derket qadê.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo temaşekirina maçê ji alîgiran re li Meydana Bajêr a li Kayapinarê ekraneke mezin danî. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag û endamên meclîsê, bi alîgirên Amedsporê re li pêş ekrana mezin a meydanê li maçê temaşe kirin.

Amedsporê di lîstikê de bi lîstikeke bibandor Sivasspor 4-2 têk bir û pûanên xwe kir 4.

Amedspor di 31ê Tebaxê de li derve dê bi Adana Demîrsporê re bileyîze.

 

Image Gallery