Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Konservatuara Aram Tîgran ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 9 salan ji nû ve vedike û wê bide ber xizmeta hunerhezan. Serlêdanên ji bo konservatuarê di navbera 1ê Îlonê û 15ê Cotmehê de têne kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku Amedê veguherîne bajarekî çandî yê huner lê zindî ye, xebatên xwe didomîne. Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, Konservatuara Aram Tîgran ku di sala 2010an de hatibû damezrandin lê di Mijdara 2016an de ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 9 salan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ji nû ve çalak dike.
Perwerdeya 6 beşan dê bi zimanê kurdî were dayîn
Li konservatuarê, perwerde dê di beşên şano, muzîk, muzîka zarokan, wêje, resim û sînemayê de were dayîn û zimanê perwerdeyê Kurdî be. Serlêdan dê di navbera 1ê Îlonê û 15ê Cotmehê de li navenda Çand Amedê bên kirin. Welatiyên li derveyî bajêr jî dikarin bi rêya telefonê (0412 502 90 18) serlêdanê bikin.
Mercên serlêdanê yên ji bo beşan wiha ne:
•Şano: Temen 20-30 sal, perwerde 2 sal.
•Muzîk: Temen 17-25 sal, perwerde 4 sal.
•Muzîka Zarokan: Temen 7-12 sal, perwerde 6 sal.
•Wêje: Temen 18-32 sal, perwerde 2 sal.
•Resim: Temen 17-30 sal, perwerde 2 sal.
•Sînema: Temen 18-30 sal, perwerde 2 sal.
Kesên ku ji nirxandina hunerî derbas dibin lê Kurdî nizanin, dê salekê perwerdeya Kurdî bibînin. Encamên atolyeyên hilbijartina xwendekaran ku dê di navbera 13-19ê Cotmehê de werin lidarxistin, dê di 20ê Cotmehê de werin aşkerekirin.
Perwerdeya konservatuarê dê di 27ê Cotmehê de dest pê bike. Beşa Muzîka Zarokan dê di 25ê Cotmehê de dest bi dersan bike.
"Hûn bê alternatîf nîn in"
Perwerdekarê muzîkê Ferhat Ertaş daxuyand ku armanca konservatuarê perwerdekirina perwerdekarên nû yên çand û hunerê ye û wiha got: "Em dixwazin perwerdekarên di van beşên hunerî de bên perwerdekirin û zanîna xwe bigihînin nifşên nû. Çand, huner û muzîk di çanda gelan de xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê, gihandina mirovan a van qadan, vê zanînê zindî dihêle."
Ertaş bang li hemû hunerhezên Amedê kir û wiha peyivî: "Hûn bê alternatîf nîn in. Werin, serlêdanê bikin û em bi hev re di vê rêwîtiya perwerdeyê de bimeşin. Welatiyên di navbera 17-32 salî de dikarin serlêdanê bikin."
Â