Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya li taxên Hacûga Jorîn û Koteka yên navçeya Erxaniyê çareser dike.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo li taxên gundî ava vexwarinê ya bi kalîte peyda bike, xebatên xwe didomîne. Xebatên veberhênanê yên 42 milyon TL ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya taxên Hacûga û Koteka yên Erxaniyê hatibûn destpêkirin, bi dawî bûn. Di çarçoveya projeyê de bi giştî 8 hezar û 200 metre xeta ava vexwarinê hat danîn. Tê payîn ku di nava du hefteyan de xebat bi dawî bibe û pirsgirêka avê ya 15 salan a welatiyan were çareserkirin.
Midûrê Şaxa Erxaniyê ya DÎSKÎyê Ender Yalçin, diyar kir ku di çarçoveya xebatên ku bi daxwaza Şaxa DÎSKÎyê ya Erxaniyê ji aliyê Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avakirinê ve hatine destpêkirin, bi giştî 8 hezar û 200 metre xeta ava vexwarinê li taxên Hacûga Jorîn û Koteka hatiye danîn. Yalçin anî ziman ku piştî ku beşa Hacûga Jorîn qediyaye, xebatên beşa taxa Koteka jî ber bi bidawîbûnê ve diçe û got: "Em ê di demeke kurt de xebatan bi dawî bikin û welatiyên ku li her du taxan dijîn bigihînin ava bi kalîte."
Pirsgirêka nîtratê çareser dibe
Muxtarê Taxa Koteka Ferhat Gumuş, anî ziman ku gundê wan 6 kîlometre dûrî Erxaniyê ye û 15 sal in nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê ya bi kalîte. Gumuş, anî ziman ku her çend şebekeya ava vexwarinê ya taxê hebe jî, ji ber rêjeya zêde ya nîtratê ya di avê de nayê vexwarin û DÎSKÎyê ji bo taxên Hacîeyûb û Koteka bîreke sondajê ya hevpar vekiriye.
Gumuş, destnîşan kir ku bi dawîhatina xebatê re dê nêzî 200 malên li taxê bigihîjin ava vexwarinê ya bi kalîte û wiha got: "Ez spasiya hemû hevalên ku di vê projeyê de keda wan heye û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dikim."
Welatî kêfxweş bûn
Ji welatiyên li taxê Mehmet Aşkin, anî ziman ku salan e ji ber zêdebûna rêjeya nîtratê, pirsgirêka ava vexwarinê dijîn û got, analîzên ku di bîra sondajê ya DÎSKÎyê vekirî de hatine kirin, encamên erênî dane. Aşkin got, "Niha xeta îsaleyê tê kişandin. Gava xebat bi dawî bibe em ê bigihîjin ava bi kalîte. Em spasiya Şaredariya xwe ya Bajarê Mezin dikin."
Xanim Emektar jî anî ziman ku di dema borî de ji bo ava vexwarinê zehmetiyên mezin dîtine û wiha got: "Ji bo ku em ava ku ji bîreke nêzîk dilop bi dilop diherikî, têxin nav bidonan, bi saetan li bendê diman. Êdî ev zehmetî li pey xwe dimînin. Em gelek kêfxweş in ku em ê bigihîjin ava bi kalîte."
Â