Pêşandana ewil a şanoya "Jîn (Jinên Azad)" ku ji aliyê lîstikvanên jin ên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve hate lîstin, pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di pêşandanê de diyar kir ku ew hêvî dike ku 1’ê Îlonê bibe sedema aştî û azadiyê ji bo Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (DBŞT), demsala 2025-2026’an a şanoyê bi pêşandanekê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de vekir. Pêşandana yekemîn a şanoya "Jîn (Jinên Azad)" ku ji aliyê lîstikvanên jin ve hat lîstin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên meclîsê, serokên daîreyan û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Şanoyê têkoşîna azadiya jinan a di civaka Kurd de anî ser dikê û eleqeyeke mezin ji temaşevanan girt.
Têkoşîna jinan bi zimanê laş tê vegotin
Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar kir. Di şanoyê de têkoşîna jinan û awayên wan ên rûbirûbûna şînê bi zimanê laş tê vegotin. Berhem ji nameya Leyla Zana, helbestên Abdulla Peşêw û nivîsên Berfîn Emektar hatiye amadekirin.
Hevşaredar Bucak: Lîstina şanoyê di 1'ê Îlonê de gelekî girîng e
Di dawiya şanoyê de Hevşaredar Bucak derket ser dikê û lîstikvan pîroz kir û wiha got: "Bi navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ez we hemûyan bi hezkirin û hesret silav dikim. Ez îro gelekî bi heyecan im, lîstina şanoyê di îro de gelekî girîng e. Îro 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Bila li Kurdan, li hemû gelên me, li Rojhilata Navîn û gelên cîhanê pîroz be. Ez hêvî dikim û bawer im ku 1'ê Îlonê wê aştî, yekîtî û azadiyê bîne. Ez destên her kesê ku di vê şanoyê de keda wan heye pîroz dikim, ked û hewldana jinan pîroz be. Hûn jî hatin, spas ji bo hatina we."
Â