Hevşaredar di Roja Aştiyê ya Cîhanê de tevlî meşê bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî meşa "Deng Bide Aştiyê" ya ku bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatibû lidarxistin bûn. Di meşê de bal hat kişandin ser çareseriya pirsgirêka Kurd û tekezî li ser pêwîstiya aştiyê hat kirin.

Meş ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk ve hate organîzekirin û ji ber Girtîgeha Tîpa E ya berê ya li navçeya Rezanê dest pê kir û heta Ofîsa Yenîşehîrê berdewam kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, parlamenter, rêveberên partiyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê, li ber AZC Plazayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku aştî ji bo her kesî girîng e û divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. Hevşaredar Bucak û Hatun jî tevî welatiyan govend gerandin û piştgiriya xwe ji bo aştiyê nîşan dan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30