Hevşaredar beşdarî xwarina sulhkirinê bûn

Dijminatî û xwîndariya ku di 19ê Îlona 2024an de li gundê Agaçhan a Çermûgê, piştî ku mamosteyê felsefeyê Ozgur Ekîncî di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, di navbera malbatên Ekîncî û Agaçhanî de dest pê kiribû, bi dawî bû.

Bi însîyatîfa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), malbat li avahiya Rêxistina DBPê ya Amedê hatin cem hev. Di civînê de, ji bilî hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir, endamên Meclîsa Şaredariyê Emin Ay, Ozlem Başari û Deniz Yalçin, hevşaredarên navçeyan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bûn.

Malbatan bi dayîna peyamên aştiyê destê hev girtin û bi xwarina aştiyê ya ku hatibû lidarxistin, dawî li dijminahî û xwîndariya xwe anîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30