Hevşaredaran bi xebatkaran re civîna yekemîn pêk anî

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi karmendên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan re hatin cem hev, daxwazên wan guhdarî kirin û ji bo çareseriyan nirxandin kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo nirxandina mercên xebatê û daxwazên personelan, plansazkirina gavên ku ji bo çareseriyê bên avêtin û di pêşerojê de tiştên ku bên kirin, civînên personelên ku dê her hefte pêk bên, ya yekemîn bi personelên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan re pêk anîn.

Civîna ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat, bi tevlîbûna nêzîkî 400 karmendan, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Hevserokên Şaxa Tum Bel-Senê Çagla Sanat û Mehmet Candan, Hevserokên Şaxên 1 û 2 yên Genel-Îşê Sebahat Sever û Behçet Bey, ji Personel A.Ş'yê Omer Fitiloglu, û Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê Emrah Erdal beşdar bûn.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk ku vekirina civînê kir, bal kişand ser fedakariya karmendan û got, ev fedakarî hêza mutleq ya şaredariyê temsîl dike. Gorduk destnîşan kir ku nêrînên karmendan di biryarên ku tên girtin de roleke girîng dilîze.

Hevşaredar Bucak: Em ê bi yekîneyên qelebalix dest pê bikin û bidomînin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî diyar kir ku civîn gelek dem berê hatiye plankirin lê ji ber mijarên di rojevê de nekarîne pêk bînin û got, "Her çendî hinek hatibe taloqkirin jî, ji bo me gelek girîng e ku em vê civîna girîng bi we re pêk bînin. Me bi Daîreya Park û Baxçeyan dest pê kir, em ê bi yekîneyên qelebalix bidomînin. Di rewşên normal de em ê di hefteyê de du civînên yekîneyan li dar bixin. Bê guman, em dixwazin îro li vir nêzîkatiyek avaker, demokratîk û beşdar derxînin holê. Em dixwazin wezîfe û berpirsyariyên Daîreya Park û Baxçeyan, wezîfe û berpirsyariyên hevalên xebatkar, hin nêrînên rexneyî û xwerexneyî li ser xwedîderketina li bajarê xwe, li vir aşkere bikin."

Ji ber xebatên wan spasiya karmendan hat kirin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Bucak, anî ziman ku piştî 8 salan ji xerabkirina qeyûman, li her derê bajêr bi fedekarî ji bo tamîr, restorekirin û projeyên nû hêviyên wan ji personelan zêdetir e û ji ber xebatên wan spasiya personelan kir.

Hevşaredar Hatun: Hemû xebatên me ji bo pêşeroja me ne

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî diyar kir ku ew ji bo gel xebatan dikin û got, "Hemû xebatên ku em ê bikin ji bo pêşeroja me ne. Lewma, li ku derê em kêmasiyekê bibînin, li ku derê em bikevin tengasiyê, em li ser vê yekê bifikirin."

Pêşniyarên çareseriyê hatin rojevê

Di civînê de, xizmetên şaredariyê, pirsgirêkên personelan û kêmasiyên di warên peywendîdar de hatin rojevê. Her wiha personelan jî daxwazên xwe yên der barê xebatên xwe de anîn ziman.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30