Li baxçeyê nebatên dermanî û bîhnxweş xebat zêde bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên li ser baxçeyê nebatên dermanî û bîhnxweş ku dê bibe cihê 15 cûreyên nebatan û dê beşdarî xebatên jinan jî bike, lez kirin.

Projeya ku ji hêla Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Guherîna Avhewayê û Bêberdewamî, Xizmetên Gundî, Parastina Jîngehê û Kontrolê û Xizmetên Jin û Malbatê ve bi hev re hatiye plankirin, li ser baxçeyê giyayên dermanî û bîhnxweş ku dê perwerde û hilberîn jî tê de pêk were, xebat didomin.

Baxçeyê ku bi giştî 14 hezar metrekare ye, xebatên binesaziyê (kêşana xetên avdanê, danîna lûleyên avê û keviran) didomin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan armanc dike ku hefteya bê xebatên binesaziyê bi dawî bike û derbasî xebatên serbînî bibe.

Di xebatên serbînî de dê “ziwakirina giyayan, depokirin, pêvajo, polên perwerdeyê, baxçeyê bilindkirî, yekeyên firotanê, serayî, qada xebata giyayan, cûreyên giyayên taybet, perwerdeya çandinî û qadên hilberînê, baxçe, kompost û qadên axê” werin çêkirin.

Dê 15 cûreyên nebatan werin hilberandin

Li vê baxçeyê taybet ê ku dê li kampusa Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a navçeya Kayapinarê were çêkirin, bi giştî dê 15 cûreyên giyayan werin hilberandin, wekî: kevza çiyê, bîberiyê, mêrîskê, pîngara dermanî, rihan, pûng, pûnga dermanî, ekînezya, gulxetmiya dermanî, hezara zer, zaferan, gêza, klendula, melîsa û defne.

Hemî karên wekî berhevkirina nebatên ku li baxçeyê têne hilberandin, zuwakirin, derxistina rûnên volatil û pakkirin dê nû werin avakirin.

Dê 18 hezar nebatan biçînin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di vê projeya girîng a ku dê ji bajêr re were qezenckirin de, dê nêzîkî 18 hezar nebatî biçînin û pêşkêşî welatiyan bikin.

Baxçeyê bîhnxweş dê bo karkirina jinan terxan bibe

Jin, dê di qonaxên çandina nebatan, hilberîn, berhevkirin, ziwakirin û veguherandina hilberan bo hilberên bi nirx (wek hilberên kozmetîk ên siruştî) de cih bigirin. Bi vî awayî, jin dê bi awayekî aborî sûd werbigirin.

Ji jinên ku di projeya baxçeyê giyayên dermanî û bîhnxweş de cih digirin, dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li ser çandina nebatên, berhevkirin, zuwakirin û veguherandina hilberan bo hilberên bi nirx, gelek agahdariyên pratîkî werin dayîn.

Li baxçeyê dermanî û bîhnxweş dê perwerde werin dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin, di qada peyzajê ya nû de ku li ser bingeha têkiliya ax û mirovî ya ji dîrokê heya îro hatî damezrandin, dê ji hemî beşên civakê re, di nav de zarok, astengdar, pîr û jinan de, li ser giyayên dermanî û bîhnxweş perwerdeyên giştî bide.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, dê bi pêvajoya bidestxistina tov û çelikê li serayên ku dê di nav qadê de werin çêkirin, zêdekirina giyayan jî pêk bîne.

Baxçeyê bilindkirî ji bo astengdaran

Şaredariya Bajarê Mezin ku dixwaze hemî beşên bajêr ji baxçeyê dermanî û bîhnxweş sûd werbigirin, dê li qadê mînakên baxçeyên bilindkirî ji bo astengdar û pîran de cih bide.

Bi saya baxçeyê bilindkirî, astengdarên ortopedîk û welatiyên temen mezin, dê karibin giyayên cûre-cûre yên li qadê ji nêz ve lêkolîn bikin, dest lê bidin û berhev bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30