Di 3 xetan de hejmara wesayîtan zêde bû, 2 rêgeh hatin revîzekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên welatiyan, di 3 rêgehên veguhestina komî de hejmara wesayîtan zêde kir û 2 rêgeh jî veguherandin.

Midûriyeta Veguhestinê, ji bo ku xizmetên veguhestina giştî bi awayekî rêkûpêk, erzan, rehet, ewle û bigihîjin her kesî, xebatên xwe didomîne. Midûriyetê, ji bo xizmetên veguhestina bajêr bi bandortir û bikêrtir pêk bîne, daxwazên welatiyan nirxand û hin guhertin kirin.

Di vê çarçoveyê de, li ser rêgeha bi koda E9 ku di navbera Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û TOKÎ'ya Habeşî de xizmetê dide, 1 wesayit, li ser rêgeha bi koda FE1 ku di navbera Malên Komî û Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl de xizmetê dide, 1 wesayit, û li ser rêgeha bi koda Z7 ku di navbera Balafirgeha Amedê û TOKÎ'ya Uçkuyuyê de xizmetê dide, 2 wesayitên din hatin zêdekirin.

2 Rêgeh hatin revîzekirin

Rêgehên bi koda E8 û B6 jî li gorî daxwazên welatiyan hatin guherandin.

Rêgeha E8

ÇÛN: Fakulte – Fiskaya – Dagkapi – Çîftkapi – Wîlayet – Ekîncîler – Koşuyolu – Batikent – Bayramoglu – Tesîsler – AVM’ya Nînova – Seyrantepe – Sanayiya 2. – Mala Mamosteyan – AVM’ya Forum – Îplîk – Bulvara Elezîz – Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê.

HATIN: Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê – TOKÎ'ya Uçkuyu – Çarxerêya Întîm – Îplîk – Çarxerêya Tekel – Seyrantepe – AVM’ya Nînova – Tesîsler – Bayramoglu – Batikent – Koşuyolu – Kolana Ekîncîler – Wîlayet – Çîftkapi – Dagkapi – Fîskaya – Fakulte.

Rêgeha B6

ÇÛN: Zanîngeh – Fîskaya – Dagkapi – Galeria – Edlîye – Kolana Gewran – Koşuyolu – Kolana Hatboyu – Dibistana Polîsan – Kolana Emek – Girtîgeh – Mega Center – Nexweşxaneya Dîclekent Memorial – Çarxerêya Polatlar – Bulvara Firatê – Kolana Mûsa Anter – Lunapark – AVM’ya Defîne – Sanayiya 3. – Roniyên Tepeşehir – Talaytepe – Tepeşehîr.

HATIN: Tepeşehir – Sanayiya 3. – Rêya Rihayê – Rêya 75 – Lunapark – Bulvara Firatê – Kolana Mûsa Anter – Çarxerêya Polatlar – Nexweşxaneya Dîclekent Memorial – Mega Center – Girtîgeh – Kolana Emek – Dibistana Polîsan – Kolana Hatboyu – Koşuyolu – Kolana Gewran – Edlîye – Galeria – Dagkapi – Fîskaya – Zanîngeh.

Ji 8ê Îlonê roja Duşemê pê de, ev wesayit û rêgeh dê dest bi xizmetê bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30