Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo roja 8ê Îlonê, Duşemê, ku dê bibe roja yekemîn a sala xwendinê ya 2025-2026an, xizmeta gihandina belaş pêşkêşî xwendekaran dike.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji ber ku sala xwendinê ya 2025-2026an roja Duşemê, 8ê Îlonê dest pê dike, biryarek li ser gihandina giştî da. Li gorî vê biryarê, ji bo ku xwendekar bi hêsanî û rihet bigihîjin dibistanên xwe, dê roja 8ê Îlonê, Duşemê, otobusên Şaredariya Bajarê Mezin xizmeta belaş bidin.
Bi vê rêkeftinê, hemû xwendekar dê ji otobusan belaş sûd werbigirin.
Â