Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku jinên di navbera 18-64 salî de yên bê dahat bikaribin ji JINKARTê sûd werbigirin, serlêdanên JINKARTê ku berê dabû destpêkirin ji nû ve dest pê kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, xebatên ku ji bo sepana JINKARTê dabûn destpêkirin berdewam dike da ku jiyana rojane ya jinên bê ewlehiya civakî hêsantir bibe. Di vê çarçoveyê de, serdema duyemîn a serlêdanên JINKARTê hat destpêkirin. Ji bo sepana JINKARTê ya ku jinên di navbera 18-64 salî de yên bê dahat digire nava xwe, serlêdanên pêşîn bi ser înternetê ve li ser lînka https://jinkart.diyarbakir.bel.tr dest pê kirin. Serlêdan dê heta 18ê Îlonê bidomin.
Mercên serlêdanê
Di serlêdanan de, van mercan dê bingeh werin girtin: “Divê li ser navê wan tiştekî sîxur yê qeydkirî tunebe, divê nexebitin, divê di navbera 18-64 salî de bin, divê qerta erzan an belaş bi kar neynin û divê dahata malê kêm be."
Serlêdan dê bên nirxandin
Serlêdanên ji bo JINKARTê dê ji aliyê komîsyoneke ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, endamên meclisa şaredariyê û şaredariyên navçeyan jî di nav de ne, bên nirxandin.
Dê mehane 90 siwarî li JINKARTê were pênasekirin
Dê mehane 90 (notan) siwarî li JINKARTê, ku dê li navend û navçeyên derve di otobusên Şaredariya Bajarê Mezin de derbasdar be, were pênasekirin.
JINKART, ku mafê veguhastina belaş û ji sedî 10 daxistinê li tesîsên civakî dide jinan, di warên aborî, civakî û çandî de ji jinan re dibe alîkar ku bi awayekî berbiçavtir, bi hêztir û serbixwetir cih bigirin.
Â