Projeya Sifir Bermahî tê xurtkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi bicihkirina yekîneyên berhevkirina bermahiyan li 15 sîteyan li navçeya Kayapinarê, binesaziya Projeya Sifir Bermahiyê xurt dike.

Xebatên projeya Sifir Bermahî, ya ku di bin serokatiya Midûriyeta Daîreya Guherîna Avhewa û Sifir Bermahî de hatibû destpêkirin û bi hevkarîya Midûriyeta Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ve tê meşandin, dewam dikin.

Kayapinar herêmeke pîlot e

Piştî qutiyên berhevkirina bermahiyan ji bo yekîneyên derve û tesîsên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, niha ji bo sîteyên bajêr xebateke nû hatiye destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de navçeya Kayapinar wekî herêmeke pîlot hatiye destnîşankirin. Li 15 sîteyên ku li Kayapinarê nifûsa wan zêde ye, yekîneyên berhevkirina bermahiyan ji bo cihêkirina wan li cihê wan hatine bicihkirin.

Bi vê projeyê armanc ew e ku li seranserê bajêr di warê sifir bermahiyê, binesaziya cihêkirina bermahiyan li cihê wan, hişmendiya hawirdoreke paqij û birêvebirina bermahiyan de hişmendî çêbibe û hişmendiya hawirdorê li seranserê Amedê belav bibe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30