Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, 100 xebatkarên nû ku di nav Saziya Îtfaiye û Zabita de dest bi kar kirine pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê bi hev re ji bo bajêr bixebitin.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku wergirtina xebatkaran ji bo wan destpêkek gelekî girîng e û got, ev wergirtin ji bo ji nû ve bicîkirina nirxên ku di dema rêveberiyên nehilbijartî de yên piştî 2015an de hatine xerakirin, hatiye kirin.
Hevşaredar Bucak, ji xebatkarên ciwan re got, "Girîng e ku hûn xwedî li vî bajarî, xebata wî, saziya ku hûn tê de ne derkevin, xwe bi perwerdeyan pêş bixin, xwe bigihînin û bibin xebatkarekî bikêr ji bo vî bajarî û civakê."
Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku destpêk girîng in û tenê armanca wan xizmeta gel e. Hatun wiha got: "Çawa ku em nûnerên gel in, hûn jî xizmetkarên gel in. Vê yekê ji bîr nekin, karê we tenê xizmeta vî gelî ye. Eger hûn vê yekê ji bîr nekin, hûn ê di karê xwe de serkeftî bibin û her tim ber bi pêş ve herin."
Hatun di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê bi hev re ji bo bajêr bixebitin û armanca wan ew e ku yekîneyên îtfaiye û zabitayê bigihînin asta herî baş.
Â