Kursên Amadekariyê yên EKPSS'ê yên belaş ji bo astengdaran dê bêne vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ji bo astengdarên ku dê beşdarî Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ya Astengdaran (EKPSS) bibin, dê kursên belaş werin vekirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ku ji bo astengdar di her qada jiyanê de roleke aktîf bigirin, xebatên xwe didomîne, ji bo welatiyên ku dê amadekariyên xwe ji bo Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ya Astengdaran (EKPSS) bikin dest bi xebatekê kiriye. Di vê çarçoveyê de, serlêdanên ji bo Kursa Amadekariyê ya EKPSS'ê ya ku dê bê vekirin, dest pê kirine. Astengdarên mezûnên perwerdeya navîn û lîsansa pêşîn, dê belaş ji Kursa Amadekariyê ya EKPSS'ê sûd werbigirin.

Cih û dîroka serlêdanê

Xwendekarên ku dixwazin ji bo Kursa Amadekariyê ya EKPSS'ê ku dê jêhatîbûna giştî, çanda giştî, îmtîhanên ceribandinê, rêberî û piştgiriya motîvasyonê were dayîn, qeyd bikin, dikarin heta 23'yê Îlonê serî li Midûriyeta Şaxa Astengdaran a li Qada Jiyana Hevpar ya Sumerparkê bidin. Piştî serlêdanan, kurs dê di 29'ê Îlonê de dest pê bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30