Bucak: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî rewa ye

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî çalakiya daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî bûn û bal kişandin ser girîngiya vî mafî. Bucak ragihand ku ji bo sîstemeke demokratîk û aştiyeke bi rûmet, perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji kreşan heta zanîngehan yek ji mafên herî rewa ye.

Di roja yekem a sala perwerdeyê de, Egîtîm Sen, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya li navçeya Kayapinarê, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de, her wiha Hevserokên Partiya DEM’ê Abbas Şahin û Gulşen Ozer, hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn. Di çalakiyê de hat gotin ku divê hemû welatî bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û ziman li hemû qadên giştî were parastin.

'Pêwîst e rastî bi dengekî bilind were gotin'

Hevşaredar Serra Bucak, di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd sed sal in di têkoşîneke ziman de ye û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Pêwîst e em îro, li ber çavê mamoste û zarokên ku dest bi xwendinê dikin, vê rastiyê bi dengekî bilindtir bînin ziman. Em sed sal in li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê li ser piyan mane. Zimanê me weke hemû zimanên cîhanê pîroz e. Daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya gelê Kurd, mafê herî rewa ye."

Bucak anî ziman ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo pêşketina zarokan û civakê girîng e. Bucakê wiha got: "Dibe ku wan dev jê berdabe, lê em baş dizanin ku aştiyeke bi rûmet bi rêzgirtina li maf û hiqûqa hev çêdibe."

'Em bi hev re vê rêyê ronî bikin'

Bucak ji bo perwerdehiyeke demokratîk û aştiyek bi rûmet, girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ji kreşan heta zanîngehan, dubare kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîrateya kesên ku pêşengiya pêşketina vî zimanî kirin, îro jî rêya me ronî dike. Were em bi toleransên xwe yên li ser Kurdî, rêya tevahiya Tirkiyeyê ronî bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30