Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di demeke kurt de arizeya li ser xeta peşkinîna avê ya sereke tamîr kir û careke din herikîna avê ber bi Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ve dabîn kir.
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), destwerdan li arizeya ku serê sibê li 19. kîlometreya xeta ragihandinê ya sereke ya ku hewcedariya ava vexwarinê ya bajêr pêk tîne, kir.
Tîmên DÎSKÎ yên ku vanayên girêdana xetê girtin û ava di boriyê de vala kirin, di encama xebatên hûr û kûr de xerabûna di xetê de heta saet 14.00'an tamîr kirin. Tîman ji saet 15.00'an pê ve careke din herikîna avê ber bi Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ve dabîn kirin.
'Tîmên me bi lez destwerdan kirin'
Li bajêr ji ber xerabûnê tu qutbûna avê çênebû û Midûrê Giştî yê DÎSKÎ Mehmet Şerîfoglu yê ku li qadê xebatan koordîne dikir, diyar kir ku ji bo bajêr bê av nemîne, bi tîman re li cihê xerabûnê dest bi xebatên lezgîn kirine û got: "Tîmên me bi destwerdana lezgîn û fedakarane di demeke kin de xerabûn çareser kir."