Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, civînên xwe yên bi xebatkarên şaredariyê re didomînin û diyar kirin ku "pêşniyarên ji qadê tên, me hêzdar dikin."
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo nirxandina mercên xebatê û daxwazên xebatkaran, plansaziya gavên çareseriyê û diyarkirina tiştên ku di pêşerojê de bên kirin, civînên xwe yên ku her hefte li dar dixin, didomînin. Di vê çarçoveyê de, hevşaredar bi xebatkarên daîreyên Parastin û Kontrola Jîngehê, Xizmetên Gundewarî û Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî re hatin cem hev.
Civîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat û ji bilî Hevşaredaran, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariyê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Zerin Turk û nûnerên sendîkayan jî beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak: "Em tenê pirsgirêkan nepeyivin"
Hevşaredara Serra Bucak ku vekirina civînê kir, destnîşan kir ku di nava şaredariyê de gelek daîre hene û ji ber vê yekê dem têra wan nake ku bi hemû xebatkaran re yek bi yek bicivin. Ji ber vê yekê, anî ziman ku ji bo pratîktir tevbigerin, wan sê daîre li hev civandiye. Bucak got ku di civînê de ew ê ne tenê pirsgirêkan, her wiha behsa rewşên erênî jî bikin.
"Pêşniyarên we me hêzdar dike"
Bucak bal kişand ser wê yekê ku civîna hefteya borî ya bi xebatkarên Daîreya Park û Baxçeyan re gelek bi fêde derbas bûye û got, "Me gelekî qîmet û wate da wê civînê, tiştên ku me wekî kêm zanibûn, derketin holê. Em dixwazin pêşniyarên we yên ji qadê bibiîzin; ev me hêzdar dike."
"Werin em ruhê vê serdemê bi hev re bi dest bixin"
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji bo ku xebatên di beyannameya hilbijartinê û beyannameya bajêr de cih digirin bên cih, ew li hêviya xebateke bilind ji hemû xebatkaran in û got, "Em 15 mehan bi wêrankariya qeyûman re mijûl bûn. Sala bê payîzê em ji deynan xilas dibin, lê divê her kes ji zirarên derûnî yên ku qeyûman dane, xilas bibe. Divê hûn ji wêrankariyên ku qeyûman çêkirine, dûr bikevin. Divê hûn baş zanibin hûn li ku dixebitin û hûn ji kîjan têgihîştinê re xizmetê dikin. Bihêle em ruhê vê serdemê bi hev re bi dest bixin. Ji bîr nekin ku em kesên ku ji bo heman nirxan hatine cem hev in."
Hevşaredar Hatun: "Bihêle em ji bo xizmetan pêşniyaran bidin"
Hevşaredar Dogan Hatun jî bal kişand ser wê yekê ku wan di nava salek û nîvekê de gelek pirsgirêk û zehmetî bi hev re jiyane û got, "Ez hêvî dikim ku ji niha û pê ve, em hemû kêmasiyên hevalên xwe yên di her warî de bi hev re çareser bikin û ji bo bajêr û gelê xwe bi hev re xizmet bikin. Em herî baş çawa dikarin xizmetan peyda bikin, em ji hev re pêşniyar bikin. Ger di hinek mijaran de kêmasiyên me hebin, em bi hev re rexneyên xwe bikin."
"Me kêmasiyên xwe jî dîtin"
Hatun diyar kir ku wan bi hemû daîreyan re yek bi yek dest bi hevdîtinan kiriye û encamên baş derketine holê û wiha pê de çû: "Rexne û pêşniyarên wan di cih de bûn. Me kêmasiyên xwe û yên daîreyan jî dîtin. Em hêvî dikin ku ev civîn bi sê daîreyên me re jî wisa baş derbas bibe."
Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Emrullah Gorduk jî di civînê de destnîşan kir ku ew ê armancên demdirêj û xebatên ku wê bikin bi hev re binirxînin û got, "Hêza me hûn in; çavkaniyên mirovî ji bo hemû saziyan hêmanên bingehîn in."
Xebatkaran jî pirsgirêkên di warê xwe de, her wiha pêşniyar û daxwazên xwe yên der barê xizmetên şaredariyê de parve kirin.